Nêçîrvan Barzanî bi helkefta rizgarkirina bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên kurdî ve peyamek belav kir.
Di peyama Serokwezîr de hatiye ragihandin: ‘Bi helkefta rizgarkirina Kobanî, ez germtirîn pîrozbahî pêşkêşî xelkê wî bajêrî, Hêzên Pêşmerge, şervanên YPGê û hemû gelê Kurdistanê û azadîxwazan û cîhanê dikim.”
Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Herwiha ez rizgarkirina Kobanî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîroz dikin, ku wek Şingalê û navçeyên din, berdewam xema rizgarkirina Kobanî jî dixwar. Barzanî hemû hewlên xwe da da ku hevpeymaniya navdewletî alîkariya Kobanî bikin û Hêzên Pêşmerge biçin Kobanî.”
Serokwezîrê Kurdistanê wiha got: “Ez spasiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davudoglu dikim, ku bi bê helwesta wan ya ciwamêrî, me nikarîbû Hêzên Pêşmerge bi hewara Kobanî ve şandiba, herwiha ji ber ku rolekî mezin dîtin di alîkariya penaberên wî bajêrî de.”
Barzanî wiha doamad: “Herwiha ez spasiya helwesta Amerîka hevpeymaniya navdewletî dikim, ku bi piştevaniya asmanî û gihandina teqemeniyan ji Herêma Kurdistanê, alîkariya Kobanî kirin.”
Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Kobanî bûye simbola xweragirî û bergiriyê li hember terorîstên DAIŞê. Hemû partiyên Kurdistanê û hemû kurd li ser pêwîstiya alîkariya Kobanî yek deng in. Lewma îro ji ber rizgarbûna Kobanî ji aliyê Pêşmerge û keç û kurên şervanên xweragir, em pîrozbahiyê li hemû xelk û partiyên wî perçeyê Kurdistanê dikin.”
Serokwezîrê Kurdistanê hêvî dike ku di demeke nêzîk de hemû gundên devera Kobanî û hemû cihek ji axa Kurdistanê ji destê terorîstên DAIŞê were rizgarkirin.
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de wiha dibêje: “Ev serkeftina, ji encama hewl û qurbanîdana şervanan û Pêşmerge ye û pêwîst e şehîdên Kobanî û yên hemû Kurdistanê neyên jibîrkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê tişta ku ji destê wê hat ji penaberên Kobanî re kir û dê li ser wê yekê berdewam jî be.” Rûdaw