Hêzên kurdî Kobanî rizgar kirin, jêderên herêmî ji Kobanî dibêjin, YPG li cihên hatine rizgarkirin, tenê ala xwe bilind dike, weke ku wê Kobanî rizgar kiribe û rê nade ku li wan deran ala Kurdistanê bilind bibe, ev jî li gor çavdêrên siyasî, PYD û hêza wê ya eskerî tekweriyê didin pêş û li ber destpotiyê vedike, ew çavdêr digihên wê baweriyê ku hîn PYD ji xeynî xwe kesekî din qebûl nake.