Serrûpel Nûçe Kobanî: 6 gundên din hatin rizgarkirin

Kobanî: 6 gundên din hatin rizgarkirin

Belav bike

Bajarê Kobanî hat rizgarkirin, niha jî dora gundên wê herêma Rojavayê Kurdistanê ye.

Fermandeyê Pêşmerge li Kobanî Muslih Zêbarî ji Rûdawê re got, piştî rizgarkirina Kobanî me dest bi azadkirina gundan kiriye û operasyon li dijî çekdarên DAIŞê didomin.

Muslih Zêbarî da zanîn, di şerê îro yê li gundê Tilhacê de 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 3 çekdar jî bi saxî hatin girtin.

Wî fermandeyê Pêşmerge eşkere kir ku wan heta niha karîne gundên Termik, Memît, Minaz, Helincê, Tilşehîr û Şeranê ji destê DAIŞê derxînin.

Zêbarî her wiha ragihand, hêzên Pêşmerge bi çekên giran çeperên DAIŞê yên li nav gundan de didon ber topan.