Bi banghêşta fermî ya Kongirêsa amerîkî, şandeke Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wek take dezgeha xêrxwazî li Iraq û Kurdistanê ku xwedî roleke mezin e di alîkariya koçber û penaberan de, bi serokatiya Ezîz Şêx Reza Serokê Dezgehê û Mûsa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgehê serdana wî welatî kir û çendîn hevdîtin û dîdarên girîng ligel dezgeh û rêxistinên xêrxwazî û mirovî yên wî welatî pêk anîn.
Herwiha di hevdîtineke taybet de, wê şandê hevdîtineke taybet ligel Serokê berê yê Amerîkayê George Bush civiya û çendîn pirsên taybet bi rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û rewşa penaberan û çendîn babvetên din hatin nirxandin.
Her di wê hevdîtinê de, şanda Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî silav û rêzên taybet ên Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê gehandin Bush.
Ji aliyê xwe ve, George Bush ji şanda Dezgeha Barzanî re gotiye ez pir dilxweş im bi vê hevdîtinê û tekez li ser hewlên xwe bo piştevaniya gelê Kurdistanê di şerê li dijî terorê kir. Herwiha soza alîkariya zêdetir bo Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî da tekez kiriye ku ew di piştevaniya gelê Kurdistanê de kêmasiyê nakin.
Herwiha di wê hevdîtinê de, Bush silavên taybet bo Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge şandiye ku bi qehremanî rûbirûyê dirintirîn hêza terorîstî li cîhanê hatine û serkeftinên mezin bidest anîne, ku ew serkeftin bilind nirxand.