Di daxuyaniyekê de encumena wezîran ya hikûmeta herêma Kuridstan, kuştina pîlotê Udinî yê ku di destê DAIŞ de esîr bû, Meaz Kesas be, bi şêweyejî tund şermezar kir û diyar kir ku kuştina esîran li dijî hemû bingehên ayînî, mirovî û yasayên navdewletî ne.
Daxuyanî her wiha diyar dike ku kiryarên terorîstên DAIŞ dûrî hemû rengên mirovahî, ayînî û şaristanî ne, û xetera wê li ser hemû gel, welatên navçeyê û dinyayê bê cudahî heye.
Hikûmeta herêma Kurdistamê, got ew serxweşîyê li malbata pîlor Meaz Kesas be, şahê Urdun, hikûmet û gelê Urdunê yê dost dike.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye ku divê terorîst hesabê wan sûcên xwe yên hovane bidin.