Li gorî Berpirsê Alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Îsmaîl Ebdilezîz, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ew alîkarî dane komîteya hawarçûnê ya Kantona Kobanî.
Edilezîz ji Rûdawê re diyar kir, vêca ew komîte dê wan alîkariyan li gorî pêwistiyên sivîlên li nava Kobanî belav bike.
Wî berpirsê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got, ev cara çaremîn e ku em alîkariyên mirovî ji Kobanî re dişînin.
Alîkariyên ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gihandi nava bajarê Kobanî, 400 par ji kelûpelên xwarinê bûn, 20 par jî cil û sol û hin tiştên din bûn. (Rûdaw)