Berî niha, Berpirsekî pile bilind ji kargêriya Konferansa Munich a navdewletî ya salane taybet bi rewşa ewlekarî li cîhanê, aşkere kir ku, tê çaverêkirin di çarçoveya wî kongreyî de, Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civînekê li darbixin.
Konferans sibe 06.02.2015 dest pê dike, li gor serpereştiyarên wî kongreyî, beşdarbûyên herî diyar ên kongre pêktên ji, Şêwirmenda Almaya Angela Merkel û serkirde û rêberên bêhtir ji 20 welatên cîhanê, ev ji bilî ku 60 Wezîrên Derve û yê Bergiriyê û di nava wan de Wezîrê Derveyê Amerîka John Kerry, Wezîrê Derveyê Rûsya Sirca Lavrov û Wezîrê Derveyê Îranê Cewad Zerîf, beşdariyê têde dikin.
Her di wî kongreyî de ku, ev gera 51` ê ye, Serokê Ukrayna û Sekreterê Giştî yê Hevpeyaman Bakurê Etlesî NATO bi hevaltiya Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewrûpa (YE) Federica Mugirna beşdar dibin.
Di destpêka meha borî de, BasNewsê, wek yekem dezgeha ragihandinê aşkere kiribû ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, wê yek be ji endamên Kongireya Munich be û wê gotarekê jî, derbarê rewşa Kurdistanê û rûbirûbûna DAIŞ`ê pêşkêş bike.