Hucam Surçî di şerê navbera Hêzên Pêşmerge û DAIŞê de li eniya Naweranê ya nêzîkî Dihokê birîndar dibe û dikeve destê çekdarên DAIŞê de û 25ê meha borî wê rêxistinê vîdyoyek belav kir û tê de serê Hucam jê dike.
Wî şehîdî 11 zarok li şûna xwe hiştiye ku 2 ji wan kêmendam in û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, ku keça wî 8 caran neştergerî jê re hatiye kirin, lê hîna rewşa wê ne baş e.
Malbat û zarokên Hucam Surçî li gundê Berdesûrê yê nêzîkî bajarokê Berdereşê yê parêzgeha Dihokê dijîn.
Hunermendê kurd Bilind Ebdullah li welatê Swêdê dest bi kampanyayekê kiriye bo alîkariya malbata wî şehîdî û navê wê kiriye “Em Hemû Hucam in” û bi rêya wê alîkariyan ji wan re didin hev. (Rûdaw)