Rayîd Izedîn Temo ji Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew dema 3 mehî, ku ji bo mana Hêzên Pêşmerge li Kobanê hatibû diyarkirin, bi dawî hat û bi wê mebestê me berpirsekî pilebilind ê YPGê dît û daxwaz ji me kirin ku dema mana me were dirêjkirin.
Temo wiha got: “YPGê mana Hêzên Pêşmerge li Kobanê bi pêwîst dizane û daxwaz dikin ku Serok Barzanî dema mana Pêşmerge li Kobanê dirêj bike, me jî ew daxwaza wan gehand berpirsên xwe yên leşkerî.”
Derbarê rewşa şerê herêma Kobanê wiha got: “Niha şer û metirsî ji bajarê Kobanê dûr ketiye. Ji her aliyekî Hêzên Pêşmerge û şervanan 20 km pêşve çûne û gellek gund rizgar kirine.”