Şandek bi navê komîsyonan hilbijartinan ji aliyê HDP ve, ev daxwaza namzetiyê ji bo Ahmet Ozal biriye, ew jî germ nêzîkî daxwaza HDP bû ye, lê ji wan re gotiye 2 rojan mecalê bidin wî, ji bo ku biryara xwe ya dawîn bide.
Jêdera AVESTA ya nêzîkî Komîsyona Hilbijrtinan ya HDP, ku nexwest em nav eşkere bikin, diyar kir ku heta niha ne diyare ka wê Ozal bibe namzetê HDP yê Istanbulê yan jî yê Meletî (Malatya, bajarê bavê wî).
Ahmet Ozal, kurê Turgut Ozal e, Kurd e, ji Çirmikê ye ya ser bi Meletî ve, diya wî (dayîka Turgut Ozal, ji Dêrsimê ye).
Ahmet Ozal kurê mezin yê Turgut Ozal e, karsaz û siyasetvan e, 60 salî ye.
AVESTAK KURD