Serrûpel Nûçe Binêrin ji bo çi dest ji kar kişand!

Binêrin ji bo çi dest ji kar kişand!

Belav bike

Kenan, ku salên dûr û dirêj di nava PKK de maye û di şerê gerîla de birîndar jî bû ye, ji Kobanî ye û berî ku dest ji kar berde birêvebirê giştî yê televîzyona Ronahî bû.

Jêderên taybet ji nava televîzyona Ronahî ji Avesta re diyar kirin ku di vê dema dawiyê de Kenan Kobanî pê dihesiya ku girîngî ji bo Kurdên Rojava nayê dayîn, ew têne piştguh kirin, tu rola wan di Ronahî de nemaye, û tenê têne bikaranîn.

Bi taybetî di meseleya Kobanî de, ew gihiştiye wê baweriyê ku Ronahî û kesên ku ji jor ve wê îdare dikin, Kobanî, ne ji bo gelê Kobanî, lê ji bo berjewendiyên hizbî wê bi kar tînin û haya wan ji êş û perîşaniya ku xelkê Kobanî têde dijîn tune ye.