Ew werîs, ji dema îdamkirina Sedam ji sala 2006 ve li mala wezîrê Îraqê ê berê Muwefeq El Rebîî ye.
Li gor rojnameya Independent ya înglîzî, gelek kesên dewlemend li cîhanê amadekariya xwe ji bo kirîna wî werîzê nîşan dane. Di nava wan kesan de dewlemendekî Kiwêtî Yusuf El Omêrî, malbateke îsraîlî ya dewlemend û dezgeheke olî ya Îranî jî heye.
Dahata wê ji bo xezîneya malî ya Îraqê tê pêşkêşkirin.
Wezîrê Îraqê ê berê Muwefeq El Rebîî, li ser gotinên ku dibêjin ew dixwaze werîz ji bo xwe bifroşe got, ew idîa ne tiştekî rast in, ji ber ku Werîs milkê gelê Îraqê ye.
Sedam Hisên di dawiya 2006 de hatibû îdamkirin.