Abdullah Öcalan (“Apo”,
4’ê nîsana 1949’an, li gundê Xelfêtiyê bi navê Amara) siyasetmedarekî kurd e. Öcalan damezrênerê PKKê bû. Di 15ê Sibata 1999an de Öcalan ji aliyê DYA ve hat teslîm kirinî dewleta Tirkiyê. Niha li girava Îmrali di nav vederê de girtî ye.Naverok
Jînenîgarî
Zarokatîya wî
Abdullah Öcalan, di 1949an de li gundê Amara yê navçeya RihaXelfetiyê hat dinê. Dibistana seretayî li Cîbînê xwend û hê di wê demê de di lîstik, limêj û parvekirinê de pêşengî dikir. Dibistana navîn li Nizipê dibistana navîn jî li Enqerê li dibistana navîna Tapu Kadastro qedand. Di 1969’an de li Amedê dest bi karmendiyê kir. Di karmendiya salekê de têkiliya dewlet û civakê û ya sîstema feodal û dewletê ji nêz ve dît. Di 1971ê de tayîna xwe deranî Stenbolê û li wir di ber karmendiyê de xwe amade dikir ku bikeve zanîngehê jî. Heman sal qeydiya xwe li fakulteya hiqûqê çêkir û dev ji karmendiyê berda.
Destpêkê jiyana wî ya siyasî
Di wan salan de Stenbol di bin tesîra bayê 68an de bû. Ocalan jî kete bin bandora vî bayî û Marksîzm – Lenînîzm nas kir. Ew salana weke salên werçerxa jiyana wî ne û her wiha ew sosyalîzm, yeksanî û azadî pir nêzî xeyalên xwe yên zarokatiyê dîtin. Ocalan biryar dabû ku sosyalîzm û pirsgirêka kurd li hev biguncîne. Bi vê armancê bîryar da ku dest bi siyaseta çalak bike û qeydiya xwe li fakulteya zanîngên siyasî ya Enqerê çêkir. Li vê derê xwe di nav atmosfereke tund a guftugoyan de dît û şeklek da ramanên xwe. Di 30yê adara 1972yan de pêşengên şoreşê Mahir Çayan û hevalên wî li Qizildereyê hatin kuştin û vê bûyerê şopên kûr di jiyan û ramanên wî de de hiştin. Di 7ê nîsanê de di çalakîya şermezarkirina bûyera komkujiyê de hat binçavkirin û şandin girtîgeha Mamakê. 7 meh di girtîgehê de ma û di wê pêvajoyê de xwe gihand fikra avakirina rêxistinekê û ji bo vê yekê gav avêt nav pêvajoyeke din a lêgerîn û lêkolînê. Piştî 1972an pirsgirêka kurd bi gelek derdoran re guftugo dike û di heman demê komela perwerda bilind a demokratîk a Enqerê ava dike. Di heman demê de ew xebatên xwe yên îdeolojîk ên ku di nava komekê de dimeşîne, digihîne merhaleya dawî. Koma di bin pêşengiya Ocalan de di dawîya sala 1975an de civînekê li dar dixe û bîryar dide ku li Kurdistanê xebatê bimeşîne.
Avakirina PKK
Di 27’ê mijdara 1978‘an de jî Ocalan û hevalên xwe li Amedê li gundê Fîsê yê Lîceyê careke din li hev kom dibin û bîryara avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê didin. Xebatên rêxistinkirinê yên Ocalan û Partiya ya wî PKK yên li Kurdistanê di demeke kin de bala dewleta tirk kişand. Li ser vê şêweya nû ya Ocalan a li hemberî pirsgirêka kurd ku zikê nerm ê Tirkiyê bû, dewleta tirk zextên xwe zêde kirin. Dewletê bi awayekî vekirî li hemberî terza Ocalan şer dida destpêkirin û ji ber vê yekê Ocalan di 1979an de derket derve û çû Libnanê. Bi vî awayî meşa ku wê 20 salan li rojhilata navîn berdewam bikira, dest pê kir. PKKê li Libanaê di 1982yan de kongra xwe ya duyem pêk anî û bîryara vegera nava axa welat wergirt. Milîtanên PKKê di bin pêşengiya Öcalan de perwerdeya xwe ya îdeolojîk û leşkerî jî temam kiribûn. Di encamê de di 15ê tebaxa 1984an de li bakurê Kurdistanê şerê çekdarî destpê kir. Ji wê gavê û şûn ve êdî pirsgirêka kurd bi hemû dijwariya xwe di rojeva cîhanê de ye.
Girtina wî
Jêder: Wikipedia