Aldar Xelîl, ku niha di serdanekê de li welatê Îmrata Erebî ye, di hevdîtinekê de ligel televîzyona Sky News a Erebî behsa çawaniya peydakirina çekan ji YPG û YPJ re kir û diyar kir ku “Gelê Kurd û pêkhateyên din ên navçeyên alîkariyê didin YPG û YPJ.”
Herwihw Xelîl got: “Gelê Kurd û pêkhateyên din ên navçeyê alîkariya wan hêzan dike ji karînên xwe yê xweser.”
Navborî amaje kir ku, bi rêya alîkarîkirina xelkê YPG û YPJ “Her tiştê pêwîst ji bo berxwedanê bidest dixin.” Lê ti amaje bi alîkariyên leşkerî ji Herêma Kurdistanê bo wan hêzan nekir.
Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEMê diyar kir jî ku “Dema pere hebin, bidest xistina çekan li navçeyê” karek hesan û ne zehmete.
Ev gotina Aldar Xelîl di demekê de ye ku heta niha Herêma Kurdistanê 2 barên çekan ji hêzên Kurdî li Kobanê re şanidne.
Barê yekem di 20ê Cotmeha sala 2014an de bû, dema ku firokeyên amerîkî barek ji çek û teqemeniyên ku ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hatibûn şandin, ji ezmanê Kobanê bo şervanên Kurd avêtine xwarê.
Barê duyem jî roja 5ê Sibata 2015an be, dema ku Wezareta Pêşemrge ragihand ku wê karwanek ji çekan bi rêya Tirkiye şandine ji hêzên Kurdî li Kobanê re.
Tevî ku her grûpek Hêzên Pêşemrge ya ku her meh diçe Kobanê, çek û kelûpelên xwe yên leşkerî ligel xwe dibe wî bajarî. BAS