Li gora kovarê kurdên iraqê li ser riya serxwebûnê ne lê rola PKK hatiye guhertin.
Cemîl Bayik ji kovarê re daye xuyakirin ku ew êdî ji marksîzm û lenînîzmê dûr ketine û dîktatoriya Proletarya û dîktatoriya partiyê jî red dikin.
Bayik dibêje, em dixwazin bi nasname û çanda xwe azad bijîn, divê mafê diyarkirina çarenûsê weke avakirina dewleteke serbixwe neyê dîtin. Heger kurdên iraqê bixwazin dewleteke wan hebe, ew karê wan bixwe ye, lê em sîstema kantonan dixwazin.