Serrûpel Nûçe “Tirkiyê 5 caran hevdîtin ligel YPG pêk anî“

“Tirkiyê 5 caran hevdîtin ligel YPG pêk anî“

Belav bike

Li gor Karayilan, Tirkiyê 5 caran hevdîtin ligel PYD, YPG pêk anî.

Endamê konseya KCK Karayilan dibêje, ji bo veguhstina tirba Silêman Şah, Tirkiyê destûr ji YPG û PYD xwest.

Navborî eşkere dike ku ew hevdîtin di berjewendiya her du aliyan de ye, wê ji bo her du aliyan baş be, eger ew danûstandin berdewam bikin wê bibe destpêkeke baş.

Li ser daxuyaniya fermandarekî YPG li Kobanî ku gotibû, wan ji Tirkiyê hêviya spasiyê dikirin, Karayilan got, diyare ku di nava YPG de jî, safîtiyek heye, yanî nikarin dûr bibînin û kûr bifikirin.

Di derbarê dagîrkirina perçeyekî din ji axa Kobanî, ku wezîrê derve yê Tirkiyê Çavuşoglu gotibû, me ala Tirkiyê li ser perçeyekî din bilind kir, Karayilan got, gundê Aşmê axa Kobanî ye, mafê Tirkiyê tune ye bêje me ew der berda ev der girt, ew ne milkê bavê wan e.