Berdevka Fermî ya Lêvegera Siyasî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed di hevpeyvînekê de derbarê Lêvegerê, rêziknameya wê, têkliya Lêvegerê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re, naskirina Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ji Rêveberiya Xweser re û tişta ji kurdan tê xwestin de axivî.
* Piştî hevpeymana Duhokê Lêvegera Siyasî ji ber nakokiyên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) civînên xwe pêk neanîn, gel ev nakokî berdewam in an na ?
Lêvegera Siyasî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê di navbera nûnerên TEV-DEM’ê û ENKS’ê û nunerên partî û tevgerên siyasî yên derveyîn herduyan hate avakirin. Di destpêkê de endamên Lêvegerên ji 30 kesan pêk dihat, lê ji ber nakokiyên di hundirê ENKS’ê de hejmara Lêvegerê rabû 36 kesan.
TEV-DEM ne aliyekî van nakokiyan bû, lê belê sedama van nakokiyan ji ber ku ENKS’ê hin partiyên di nava xwe de tewambarkirin ku li gorî daxwaza TEV-DEM’ê dengên xwe dane endamên Lêvegerê yên derveyî herdu aliyan. Ji ber ku nakokiyên di nava ENKS’ê de kûr bûn, civînên Lêvegerê jî gelek caran dereng man. Di dawiyê de pêveka hevpeymana Duhokê ku di 22’ê cotmeha 2014’an de hatiye îmzekirin, hate derxistin û li gorî wê endamên Lêvegerê ji 30 kesan derket 36 kesan.
Erêkirina TEV-DEM’ê ji zêdekirina endamên Lêvegerê jî ji bo ku ENKS’ê nakokiyên xwe derbas bike û yekîtiya helwesta siyasî ya kurdî di vê qonaxa dîrokî û hestiyar de ava bibe, pêk hatiye. Bi vê yekê pirsgirêk hate çareserkirin û Lêvegerê duyemîn civîna xwe li bajarê Qamişlo li dar xist. Di vê civînê de jî ji bo avakirina Komîteya Amadekirina Rêziknameya Lêvegerê, Komîteya Beşdarbûna ENKS’ê ya nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Komîteya Leşkerî biryar hate girtin.
* Di civîna we ya dawî de rêziknameya Lêvegerê hate erêkirin, hûn dikarin derbarê navaroka rêziknameyê de ji me re biaxivin ?
Piştî ku TEV-DEM’ê zêdebûna endamên lêvegerê ji bo ku bibe 36 erê kir, Lêvegera Siyasî civîna xwe di 5’ê sibata 2015’an de li dar xist û komîteyek ji bo amadekirina rêziknameya xwe ji 9 kesan ava kir. Di civîna duyemîn de ku di 12’ê sibata 2015’an de hate lidarxistin, paşûnameya rêziknameyê hate nîqaşkirin û li ser hate erêkirin.
Hin ji xalên rêziknameyê ku ji aliyê endamên Lêvegerê ve hatine erêkirin, pênaseya Lêvegerê, diyarkirina bajarê Qamişlo wekî navenda Lêvegerê, amadekirina sembola wê, endamên Lêvegerê bi qanûnê parastî ne û ji bo her sê mehan 3 endam ji bo karûbarê rêxistinî hate diyarkirin. Her wiha ji bo avakirina bingeha kongira netewî ya Kurd dê têkliyên bi aliyên kurdistanî re bêne xurtkirin.
* Di civînên beriya niha de biryar hatibû girtin ku komîteyên Rêveberiya Xweser û Leşkerî bêne avakirin, gelo ev komîte hatine avakirin an na ?
Derbarê komîteyên Rêveberiya Xweser û Leşkerî de me nîqaşa li ser van herdu komîteyan ji bo civîna 19’ê sibatê taloq kir û dema hatin avakirin dê tavilê dest bi karê xwe bikin.
* Têkliya Lêvegerê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re dê çawa be û dê di kîjan astê de be ?
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji pêkhateyên Kurd, Suryan, Ereb û pêkhateyên din ên herêmê hatiye avakirin. Lê Lêvegera Siyasî tenê bi karûbarên Kurdan ên hersê kantonan re mijûl dibe. Ji ber vê yekê biryarên Lêvegerê tenê kurdan di Rêveberiya Xweser de eleqedar dike û biryarên lêvegerê dê Rêveberiya Xweser xurtir bike.
* Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nasnake. Gelo ji vir û pêve dê nas bike yan na ?
ENKS’ê bi hinceta ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tenê ji aliyekî ve tê birêvebirin, nas nedikir. Lê bi avakirina Lêvegera Siyasî û li hevkirina derbarê avakirina komîteyekê ji bo mijara beşdarbûna ENKS’ê di nava Rêveberiya Xweser de lêkolîn bike, her wiha avakirina komîteyekê ji bo mijara leşkerî û bi hêzên YPG’ê re bikeve nava têkliyan, tê wateya bi awayekî zelal Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hemû saziyên girêdayî wê nas kirine.
Ji bo ev tecrûbeya demokratîk ku tevahî cîhan li ser nîqaş dike, bi ser bikeve, divê hemû partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê destên xwe bidin hev. Ji ber vê yekê beşdarbûna ENKS’ê di nava Rêveberiya Xweser de pêdiviyek e. Em wekî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), tevî hemû rexneyên ku ENKS’ê li me dikirin, em bi hêvî ne ku em bi hev re di nava vê rêveberiyê de bixebitin.
Tişta ku ji me wekî kurdên Rojava tê xwestin ew e ku em yekîtiya xwe avabikin û karê xwe yê hevbeş xurt bikin. Bi taybet di vê qonaxa hestiyar û nazik de ku Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê têre derbas dibe û herêmên me ji aliyê hêzên tarî û hovane “DAIŞ” û alîgirên wê ve rastî êrîşan tên, ev daxwaza gel bi xwe ye.
* Hêviya we ji Lêvegera Siyasî çi ye û dê çi guhertina bi xwe re bîne Rojavayê Kurdistanê ?
Hêzên tarî dixwazin tecrûbeya me ya demokratîk têk bibin. Ji bo sîstema demokratîk ku li li herêmên Rêveberiya Xweser têk bibin her tim di nava hewldanan de ne. Ev sîstema ku tê meşandin mafên hemû pêkhateyên herêmê diparêze û jin bi awayekî çalak beşdarî vê rêveberiyê dibin.
Em bi hêvî ne ku Lêvegera Siyasî di erka xwe de bi ser bikeve û wekî komeke kurdî têbikoşe û ji partîtiya xwe ya teng ku karê wê lewaz dike, derbas bike. Divê em li gorî vê qonaxa nazik tevbigerin û karê xwe li gorî asta cangorî û berxwedanê ku niha bûye sembola Rojava bilind bikin. Bandora vê yekê dê li ser karê me dê gelek be, her tim hêz di yekîtiyê de ye. Em di baweriyeke temam de ne ku Lêvegera Siyasî dê ji bo xizmeta Rojava û gelê wê di azadî, rûmet û mirovahiyê de têbikoşe.
(jh)
ANHA