Yaşar Kemal kî bû?
Yaşar Kemal (* 6’ê cotmehê1923) li navçeya OsmaniyeyaEdeneyê, li gundê Hemîteyê ji dayîk bûye. Navê wî yê di nasnameyê de, Sadik Kemal Göğçeli ye. Bi eslê xwe kurdekî ji gundekî Bêgiriya Wanê ye, nexasim di romannûsiya bi tirkî de, zimanê tirkî gihandiye asteke gelekî bilind. Piştî Şerê Dinyayê yê Yekem malbata wî tev koçî Edeneyê, Osmaniyeyê kiriye. Di biçûkiya xwe de, çavekî xwe winda kiriye.
Di dema dibistana navîn de, têkiliya wî ya bi nivîsê re ew ber bi berhevkirina berhemên folklorê ve tê veda. Wê heyamê, helbestên wî di kovara Mala Gel a Edeneyê ya bi navê “Kovara Nihêrînan” de hatin weşandin. Di dibistana navîn, pola dawî de, dev ji dibistanê berda û karmendiya pirtûkxaneyan de xebitî. Di vê navê de, helbestên wî di kovarên wekî Ülke, “Kovan”, “Millet” û “Beşpınar”ê de derçûn.
Di sala 1951’ê de, hate Stenbolê, di rojnameya Cumhuriyetê de, nivîkariya hevpeyvîn û pêkenokan kir. Bi hevpeyvîna bi navê “Di Mezintirîn Çewlîga Dinyayê De Heft Roj” ve “Perrûya Taybet a Komelaya Rojnamevanan a Serkeftinê” wergirt. Di sala 1952’yan de, pirtûka wî ya bi navê Keleka Havînê hate weşandin. Romana wî ya pêşîn, Memedê Zirav di sala 1955’an de derket. Di navbera salên 1955-1984’an de.33 pirtûkên wî yên ku ji çîrok, roman, hevpeyvîn û bend û gotaran pêk hatine derketin. Di hevdeh saliya xwe de, cara pêşîn hate girtin. Di temenekê biçûk de, dest pê kir li tembûrê xist, dengbêjî kir, bû stranbêj. Bi dengbêjên herêmê re kete lecê.
Yaşar Kemal bi roman xwe ya yekemîn, Memedê Zirav ve “Perrûya Romanê a Varlıkê” wergirt. Ev roman wergeriyaye zêdetirî çil zimanên dinyayê. Berhemên wî yên din ji bo zimanên biyanî hatine wergerandin.Sala 1974’an, bi pirtûka xwe ya bi navê “Qetla Sûka Hedadan” ve “Perrûya Madaralı ya Romanê” wergirt. Di sala 1977 de, bi berhema xwe ya bi navê Erd Hesin Esman Sifir ve ji aliyê Sendîkaya Rexnegirên Wêjeyê ve wekî baştirîn romana salê ya biyanî hate hilbijartin. Di berhemên xwe de êş, çewisandin, kedxwarî, xwînîtî, axatî û pirsa axa “Torosan”, “Çuqurova”yê û mirovên Çuqurovayê bi awayekî karîger, bi teswîrên bêhevta li tevnê dixe, ku ev yek girîngtirîn taybetiya nivîskariya wî ye.