Wefatkirina nivîskarê mezin û navdarê kurd mamoste Yaşar Kemal em gelek xemgîn û dilteng kirin. Yaşar Kemal qelemeke mezin û afrênerekî navdar û pêşkeftinxwaz bû, ne bi tenê ji bo kurdan û ji bo gelên Tirkiyeyê, lê belê ew dengê jiyandost û wîjdana zîndî ya serdemekê bû, banga aşitî, pêkvejiyan, biratî û azadiyê bû. Hemû berhemên wî yên navdar û hemû ew xelatên wergirtine tebîrê ji ciwanîya wê peyama mirovdostane ya vî nivîskarê mezin ku, zêdetir ji nîv sedsalêhewilda wê peyamê bigihîne mirovatiyê, dike.
Wefatkirina vî afrênerê pêşkeftinxwazê kurd, ji bo tev cîhana pêşketinxwaz û azad ziyaneke mezin e, bi taybetî di vê serdemê de ku fikir û peyama şidet, mirin û tariyê, bi hovanetirîn awayî ji bona neşerînkirina jiyan û nehêlana buhayên ciwanên mirovatiyê hewil didin, ev serdema ku, ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi deng û rengê weke Yaşar kemal heye.
Bi navê xwe û hikûmet û gelê Kurdistanê sersaxiyê li gelê Kurdistanê û hemû dostên peyama aşitî, ciwanî û azadiyê ya Yaşar Kemal dikin. Bi taybetî sersaxiyê li malbata birêz ya beheştî Yaşar Kemal ku hertim dengê aşitî, azadî, pêkvejiyan û pêşkeftinxwaziyê ji bo hemû pêkhateyên cudayên welatê xwe, gelên deverê û timama cîhanê bû.
Peyama Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bo wefatkirina nivîskarê kurd Yaşar kemal:
Wefatkirina nivîskarê mezin û navdarê kurd mamoste Yaşar Kemal em gelek xemgîn û dilteng kirin. Yaşar Kemal qelemekî mezin û afrênerekî navdar û pêşkeftinxwaz bû, ne bi tenê ji bo kurdan û ji bo gelên Tirkiyeyê, lê belê ew dengê jiyandost û wîjdana zîndiya serdemekê bû, banga aşitî, pêkvejiyan, biratî û azadiyê bû. Hemû berhemên wî yên navdar û hemû ew xelatên wergirtine tebîrê ji ciwanîya wê peyama mirovdostane ya vî nivîskarê mezin ku, zêdetir ji nîv sedsalêhewilda wê peyamê bigihîne mirovatiyê, dike.
Wefatkirina vî afrênerê pêşkeftinxwazê kurd, ji bo tev cîhana pêşketinxwaz û azad ziyaneke mezin e, bi taybetî di vê serdemê de ku fikir û peyama şidet, mirin û tariyê, bi hovanetirîn awayî ji bona neşerînkirina jiyan û nehêlana buhayên ciwanên mirovatiyê hewil didin, ev serdema ku, ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi deng û rengê weke Yaşar kemal heye.
Bi navê xwe û hikûmet û gelê Kurdistanê sersaxiyê li gelê Kurdistanê û hemû dostên peyama aşitî, ciwanî û azadiyê ya Yaşar Kemal dikin. Bi taybetî sersaxiyê li malbata birêz ya beheştî Yaşar Kemal ku hertim dengê aşitî, azadî, pêkvejiyan û pêşkeftinxwaziyê ji bo hemû pêkhateyên cudayên welatê xwe, gelên deverê û timama cîhanê bû.
– See more at: http://www.rojevakurd.com/civak/17679-Nrvan-Barzan-Wefatkirina-Yaar-Kemal-xemgn-kirin.html#sthash.JHy6Hp60.dpuf