Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke televîzyonê de balkişande ser reşwa ku niha welatê wî gehiştiye de, hewlên çareserkirina krîza wî welatî, alîkariyên ku pêşkêşî kurdan kirine û mixalefeta Sûriyê jî dike.
Hevpeyvîna Esed duh 04.03.2015 li ser televîzyona RTB ya Burtugalî hatibû weşandin ku têde navborî aşkere dike ku, Hikûmeta Sûriyê ji berî şerê Kobanê û heta niha alîkariya kurdan dike.
Esed di destpêka hevpeyvînê de baldikşîne ser hejmara kuştiyên 4 salên krîza Sûriyê û dibêje: “Hejmara 200-220 hezar a kuştiyan di dezgehên rojava de tê belavkirin dûrî rastiyê ye, welatên rojava jî berdewam hewl didin wê hejmarê zêde bikin.”
Serokê Sûriyê amaje dike ku, heta niha hikûmet mûçeya fermanberan û alîkariyan dişîne hemû navçeyên Sûriyê û wiha berdewam kir: “Dewleta Sûrî maye, ji ber ku gel li pişî hikûmet û artêşê hevgirtî ye. Heta niha em mûçeyê dişînin hemû navçeyan, heta navçeyên di bin kontrola terorîstan bi xwe de jî.” wek amajeyek bo navçeyên di bin kontrola şervanên mixalefetê de, ku hikûmet wan bi “terorîst” binav dike.
Beşar Esed baldikşîne ser peywendiya wan bi rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) re û dibêje: “Tu peywendiya me bi DAIŞê re nîne, lê em bi rêya navbênkarên sivîl alîkariyan dişînin navçeyê di bin destê çekdar û terorîstan de.”
Navborî beha kongreyê Cenêv-1 û Cenêd-2 dike û diyar dike ku, mixalefeta ku di wî kongreyî de hatibû diyarkirin nûneratiya sûriyan nedikir lê nûneratiya welatên rojava, Tirkiye, Erebistana Siûdiyê û Qeterê dikir, wek amajeyekê bo Heveymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê.
Esed got jî: “Ti pêgeha hevpeymaniya mixalefetê li ser erdê nîne, ti desthilata wan jî li er çekdar û terorîstan nîne û nûneratiya sûriyan jî nake.”
Derbarê pirsa ku: Gelo Sûriyê yan jî artêşa Sûriyê alîkarî dane kurdan? Esed got: “Bêguman” wan alîkrî daye Kurdan li Rojavayê Kurdistanê.
Esed bêhtir behesa hûrgiliyên di vê debarê de kir û got: “Berî Kobanê me alîkarî pêşkêşî kurdan dikir. Ji ber ku vê pirs ne ji wê demê destpêkiriye. Me alîkarî dida kurdan berî ku hevpeymanî (ya navdewletî) alîkariya kurdan bike. me çek ji wan re dişandin.”
Esed diyar dike jî ku “Bêguman dê (kurd) bêjin ev tişt nebûye ji ber ku Amerîkiyan ji wan re gotiye: (Bibêjin na..û emê alîkariya we bikin). Eger gotin belê, dê Amerîkî ji wan hêrisaciz bibin.”
Di dawiyê de Esed dide zanîn ku hemû alîkriyên ku wan pêşkêşî kurdan kiriye bi belge li cem wan in û wiha gotina xwe bidawî tîne: “Hemû belgeh li ser li ser çekên ku me ji wan re şandine, tevî operasyonên ezmanî yîn hatine encaman û operasyonên topbaranê û ji bilî wan jî di dest me de ne.”
BasNews-Jotiar Murad