Tu niyeda min tune ku ez êdî ji niha pê ve vê navê bibêjim an jî li ser wî xeber bidim. Li Stenbolê tê axaftin, her kes bi awayekî gelek memnûn daxuyaniyan dide, li rûyê Birêz Demirtaş ê piştî saetek din binêrin, birûyên wî ketine hev, bi telaş û nefred e. Mirovên ku di Pêvajoya Çareseriyê de bi niyedên baş hewl didin bi fehmbarî biryarên rasyonel dan.”
Arinç piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da û bersiva pirsên rojnamevanan ên der barê rojevê de da.
Arinç li ser pirsa “Piştî banga çekdanînê ya ji bo PKKyê Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş daxuyaniyên wekî ‘kirinên hikûmetê hêviyê nade mirov, ji bo ku mirov bikare bibêje muzakereyê tam dest pê kiriye divê ev 10 made bên nîqaşkirin’ da. Hûn van daxuyaniyan çawa dibînin? Hûn daxuyaniyên Demirtaş ên der barê we de û tweeta Parlementera HDPyê Pervîn Bûldanê ya wekî ‘Ji Bulent Arinç re silav’ çawa dinirxînin? Tê gotin ku ‘Pakêta Ewlehiya Navxweyî’ ji bo Pêvajoya Çareseriyê astengek e. Gelo Pakêta Ewlehiya Navxweyî hat rojeva Lijneya Wezîran an na, gelo di pakêtê de hinek nermbûn çêbû an na? bi bîr xist ku şemiya borî li Stenbolê parlementerên HDPyê û wezîran daxuyaniyeke bi qasî 10madeyan dan.
Arinç da zanîn ku di daxuyaniyê de bi kurtasî hat gotin ku ‘PKK dê di mehên biharê de kongreya xwe bicivîne û bangaçekdanînê bide’ û wiha axivî: “Di vê merhaleyê de peywira aliyekî ev e, ji aliyê din ve tê xwestin ku hin guherînên destûra bingehîn bên kirin û ne wek spesîfîk lê bi awayekî giştî hin mijar bên nîqaşkirin. Ev ji aliyê her du aliyan ve jî maqûl hatine dîtin û her du aliyan jî lis er van li hev kirine û eşkerekirina van helbet di vê pêvajoyê de di asteke gelekî girîng de ye.”
Arinç bi bîr xist ku di Newroza 2013an de ji aliyê parlementeran ve peyama Abdûllah Ocalan hat xwendin û di vê peyamê de hat gotin ku “êdî dê çek rawestin, siyaset û raman biaxivin, pişt re dê pêvajoya paşvekişînê dest pê bike” û axaftina xwe wiha berdewam kir:
“Tabî ji vê ciha 2013an de îro hatin asteke wiha. Berê her tiştê mirov dikare bibêje ku derengmayîneke bi qasî 2 salan heye. Ji ber ku di nav van du salan de paşvekişîn, çekdanîn û geşedanên din çênebûn. Mixabin ku çekên xwe nedanîn, ji bilî hin derketinên dere yên sembolîk li dijî vê derketin û îtirazê vê yekê kirin. Gotin ku ‘Çek ji bo me hêz e, em vê jî bernadin.’ Bûyerên terorê yên gelekî mezin neqewimîn, xwîn nerija, raserên qereqolan çênebûn, mayîn neteqiyan. Me ve hemû erênî dîtin lê digel van hin bûyerên din ên ku ewlehiya me ya kamûyê dixe xetereyê qewimîn û di dawiyê de 6-7 meh beriya niha êdî hinek bi hinceta bûyerên li Kobanêyê, hinek ji ber sedemên din taxan wek herêmên rizgarkirî îlan kirin, mirov kuştin û raserî malên mirovan kirin… Kêm jî be hin bûyerên ku jin û zarokan jê zirar dîtin û em êdî ji bo wan nikarin bibêjin bûyerên civakî jin bûyerên rasterast ên terorê qewimîn.”
-“Ez bibiryariya hikûmeta me temsîl dikim”
Arinç diyar kir ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji roja ku peywirê girt ser xwe heta niha berî her tiştê girîngiyê dide ewlehî û nîzama kamûyê û nirxandina “Tu xetereyên li ser ewlehiya can û malê welatiyên me ji bo me nayê wateya Pêvajoya Çareseriyê. Ango dikarin van hemûyan bikin lê em jî ji ber ku Pêvajoya Çareseriyê difikirin, çavên xwe nagirin. Tişteke wiha tune. Li tu derê cîhanê tişteke wiha tune.”
Arinç got piştî ku dawî li bûyerên terorê û şîdeta di bûyerên civakî de hat em dê li ser Pêvajoya Çareseriyê biaxivin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
“Bila tu kes li bendê nebe ew kesên ku bi çekên di destê xwe de rê dibirin, kontrola nasnameyan dikin, hewl didin ku li konan ji mirovan re cezayê bibirin, mirovan direvînin û dibin, makîneyên kar dişewitînin, bi molotofên ku diavêjin nav TOMAyan dibin sedem ku bedena polêsan bişewite, bi Pêvajoya Çareseriyê bên û bibêjin ‘Werin em rûnên û biaxivin’. Hikûmeta me di vê mijarê de bi bieyar e, ez jî bibiryariya hikûmeta me ya di vê mijarê de temsîl dikim. Tu tiştên şexsî yên ku em nikarin li serê li hev bikin, tunin. Em parlementer in dixwazin ku têkiliya me ya bi parlementeran re jî baş be. Di ser de jî HDP partiyeke legal e, di nav parlementoyê de cî digire û di Pêvajoya Çareseriyê de partnerê me ye. Em hemû dixwazin ku bi partnerên xwe re têkiliyên baş daynin û bi wan re di mijara Pêvajoya Çareseriyê de bi awayekî durust bixebitin. Divê her kes bizane ku bi gelek parlementerên HDPyê re bi awayekî şexsî têkiliyên me yên baş hene. Divê her kes bizane ku yên di derveyî parlementoyê de re jî têkiliy^ne me yên baş hene.”
Arinç got ku ji sala 2009an heta niha di nav hikûmetê de ye û ji 6 salan heta niha yek ji wan kesên ku herî zêde Pêvajoya Çareseriyê diparêzin e û wiha axivî: “Ez li bendê me ku ji Pêvajoya Çareseriyê encameke bivê nevê derkeve. Ji ber ku dawîlêanîna terorê, rawestana xwînên ku dirêjin, ji nû ve bidestxistina biratiya me ya qedîm aramnca me ye. Lê wekî ku hin kes jê hêviyê dikin û li bendê ne Pêvajoya Çareseriyê, pêvajoya tu tişt nekirinê nîne.”
Arinç destnîşan kir ku yekîtiya Tirkiyeyê dixwazin, hewl didin ku mirovan fehm bikin û dixwazin ku mafên bingehîn ên destûra bingehîn di asta herî jor de nas bikin û got her kes heta niha tiştên ku li saziyên girêdayî min û saziyên din hatin kirin gelek baş dizane û wan teqdîr dike.
-“Kesên nikarin biçin hevdîtinê hene”
Arinç diyar kir ku heta niha yek ji parlementerên HDPyê ew bi astengkirina Pêvajoya Çareseriyê sûcdar nekirin û qal kir ku hemû pesnê wî didin.
Arinç got “Heke destûra hebe ji bilî arîkariya min a serokwezîriyê û berdevkiya min we qala du kesan kir û ez jî der barê wan de çend tiştan bibêjim” û axaftina xwe wiha berdewam kir:
“Di daxuyaniya roja şemiyê de sê parlementerên HDPyî hene, ez spasiya wan dikim. Ew bi awayekî samîmî ji bo Pêvajoya Çareseriyê çi ji destê wan tê dikin. Ev kes di heman demê de di nav lijneya ku ji bo hevdîtinê diçim Girava Îmraliyê de jî cî digiri. Hin kesên ku diçin hevdîtinê û car din nikarin biçin hene. Hûn kêm zêde texmîn dikin ka ew kî ne. Çima nekarîne biçin, kî nexwestiye ku ew biçin, ev saritî ji be rkîjan sedeman derketine ez baş dizanim. Ji ber ku ez mirovekî wisa me ku digel ku pêvajoya çareseriyê ji nêz ve dişopîne xwediyê gelek agahiyên taybet im ez. Min dema ku piştî bûyerên 6-7ê cotmehê helwesta Demirtaş a wê heyamê rexne kir, bê dil jî be dîsa wê heyamê hin tişt anîbûn rojevê. Bersiva wan hên negihane min.
Ez îro dê ji bo wan sê hevalên me, di nav wan de Pervîn Bûldan jî heye û sax be ji min re silav şandiye û min jî gotê ‘Eleykum selam’ ez dê ji bo wê jî çend tiştan bibêjim: Demirtaş Demirtaş kesekî wisa nîne ku di mijara Pêvajoya Çareseriyê de bi awayekî baş hewl bide û bixwaze ku ev pêvajo bigihêje armancê. Ez ji dil ji vê yekê bawer dikim. Ez ji ber ku rastitiya agahiyên ku digihêjin min gelekî baş dizanim vê yekê dibêjim. Ez hêvî dikim ku ji vê astê pê ve di nav tevgereke ku dê pêvajoyê sabote bike de cî negire. Ew niha ji bo hilbijartinên pêşiya me vê yekê wekî projeyeke baş û behredar dibîne. Hin kesên ku li Tirkiyeyê li ser vê projeyê dixebitin hene. Ez ev 40 sal in di nav siyasetê de me, ez kêm zêde texmîn dikim ka kî hin projeyan derdixîne pêş û diavêje mêydana siyasetê û dixwazin çi bikin. Ev proje ne tenê ji bo şexsî Demirtaş ji bo Partiya Vatanê ya ku tê de stêrka sor heye jî cihek e û partiyek din jî cihek e.”
-“Astengiya herî mezin egoya wî ye”
Arinç got ku “Gelo qet ket hişê we kesekî ku damezrîneriya AK Partiyê kir, arîkariya Serokwezîr kir, ji lîseya îmam xetîbê mezûn bûye û ji heyama Partiya Mîllî Selametê heta niha ji rêya xwe derneketiye, niha bi Dogu Perînçek re li Sûriyeyê dikare Esed ziyaret bike.” û wiha axivî:
“Kesekî ku di partiya Edaletê de, di Partiya Anavatanê de peywirên girîng girtiye ser milên xwe, cîgirseroktiya parlementoyê kiirye û di dawiyê de Seroktiya Yekîtiya Parlementer kiriye, di partiya Dogu Perînçek de cî digire. Dîsa em dikarin qala kesekî ku li AK Partiyê mirovê duyemîn bû îro di HDPyê de hat asta namzediyê bikin. Fikra min a şexsî projeyek heye. di nav vê projeyê de hewl didin ku hişn kesan biçûk bixin û hewl didin ku hin kesan jî mezin bikin lê di dawiyê de gotina gel dibe. Ez wisa difikirim ku dê ew bibe siyasetmedarekî baş û min gotibû ku tenê astengiya herî mezin egoya wî bi xwe ye.
Ez niha dibêjime we hevalên min ên di nav HDPyê de jî yên derveyî wê jî dê teslîm bikin; Heta niha çiqas astengî ji Pêvajoya Çareseriyê re hatibin derxistin, di serê wan kesên ku ji van astengiyan berpirsyar in de Selahattîn Demirtaş tê. Tu niyeda min tune ku ez êdî ji niha pê ve vê navê bibêjim an jî li ser wî xeber bidim. Ji ber wî dema ku car din li Antalyayê berê xwe da min, axaftina ku kir dîsa ji televîzyonan temaşe bikin. Li Stenbolê tê axaftin, her kes bi awayekî gelek memnûn daxuyaniyan dide, li rûyê Birêz Demirtaş ê piştî saetek din binêrin, birûyên wî ketine hev, bi telaş û nefred e. Mirovên ku di Pêvajoya Çareseriyê de bi niyedên baş hewl didin bi fehmbarî biryarên rasyonel dan û ev biryar ne tenê li ser 10 madeyan, bi qanûna ku me temûza borî di parlementoyê de derxist hat asta tetbîqkirinê. Beriya me hilbijartin e, helbet em dê xebatên destûra bingehîn di nav destûra bingehîn a ku em dê piştî hilbijartinê bikin de dinirxînin, em dê teqez xebatên mevzûatê jî bêyî ku qet dereng bixin bi bergiriyên qanûnî û îdarî digirin. Me hin soz dan, haya me bi van heye.”
Arinç pirsa der barê daxuyaniyên hin HDPyiyan der barê wî de bersivand û bi bîr xist ku berê niha got ku Girava Îmraliyê dikare di nav xwe de sekreteryayê ava bike, mirovên aqilmend dibe an jî nebe dê lijneyekî şopandinê bê avakirin û dema ev gotin gelek hat rexnekirin û got “Lê wê çaxê devê xwe venedikirin.”
Arinç got ku piştî hevdîtinên du alî îro gihiştin asteke erênî û wiha axivî:
“Bila vê bizanin. Demirtaş û hevalên wî jî di rastiya xwe de piştgirên herî girîng û erênî yên vê Pêvajoya Çareseriyê hin kesên li derve ne. Em spasdarên wan in. Ji Hatîp Dicle re, Leyla Zana re, Ahmet Turk re, Sirri Sakik re, Selîm Sadak re.. Ji ber ku wan birastî jî êş kişandine û ev asta ku em gihiştinê ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng dibînin.” (TRT Nûçe)