Serrûpel Nûçe “Pêşmerge li Kobanê, YPG li Şingalê mêvan in“

“Pêşmerge li Kobanê, YPG li Şingalê mêvan in“

Belav bike

 herwiha amaje bi wê yekê jî kir YPG li Şingalê û Pêşmerge li Kobanê mêvanin û çi dema pêwîstî bi wan nemîne wê vegerin .

Fermandarê hêza 18e ya Artêşa Yek a Zêrevanî Emîd Simê Boselî, yekemîn fermandarê Hêzên Pêşmerge bû li gel 200 zêrevanî ji Şingalê venekişiyabûn û hejmareke mezin ji Êzdiyan gihandbûn Çiyayê Şingalê û gelek jî rêzgarkiribûn, lewma Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî spasya wî kiribû û qehremaniya wî bilind nirxandbû .

Emîd Simê bi fermana Barzanî bûye berpirsê eniya Keskê – Tilefer û dibin fermana wî de ew dever tenê di heyama rojekê de ji çekdarên DAIŞê hatibû paqijkirin.

Emîd Simê ji BasNewsê re ragihand , wan dest daniye ser damarê serekî yê DAIŞê li wê eniyê û tevaya cihên stratejîk li wir kontrol kirine , bi awayekî ku sitûyê DAIŞ li rojavayê Mûsil ketye destê wan .

Herwiha Emîd Simê got jî: “DAIŞ gelek hewl dide ku rêya Keskê-Tilefer kontrolbike , ji ber girîngiya wê deverê bo wan û gelekî bi metirsyê hest dikin bi kontrolkirina me ji vê deverê re , lê hemû hewldanên wan hatine pûçkirin”

Emîd Simê amaje bi wê jî kir ku “li gor zanyariyên wan nêzkî 2 hezar kurdên Êzdî li cem DAIŞê dîlkirî ne û hewldanên rêzgarkirna wan berdewamin. ”

Navborî diyar kir ku “Çardora Şingalê di destê Pêşmerge de ye û heger Serokê Herêma Kurdistanê fermanê bide , ew karin di çend demjimêrekê de nava bajarê Şingalê kontrolbikin. Lê plana Pêşmerge ewe ku bi kêmtrîn ziyanên canî û madî Şingalê kontrolbikin.

Wî fermandarê Pêşmerge balkişande ser wê yekê jî ku, YPG li Şingal û Pêşmerge li Kobanê mêvanin û dema pêwîstî bi wan nemîne ewê vegerin û got: “Peywendiyên di navbera şervanên YPG û Pêşmerge de gelek başin û ti arîşe nînin.”

Bi gotina Emîd Simê “Hewldanên ji bo tevlîbûna Êzdiyan li nav Heşda Şeibî bi temamî têkçûne û Êzdî têgihştine ku tenê di riya Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge dikarin deverên xwe vegerînin û hesta wan ya kurdewarî nahêle ku ew tevlî ti hêzekê bibin , ew hêzên ku dixwazin yekrêziya mala kurdî têkbibin.”

Di berdewamiya gotinên xwe de Emîd Simê da zanîn ku “iha 9 fewcên ku 2 hezar pêşmegeyên Êzdî li xwe digrin hene , fewcên din jî wê ji bo wan vebin, dema min serdana Serok Barzanî kir min ev pêşniyar pêşkêş kir ; girînge hêzek taybet ji bo Êzdyên Şingalê hebe û dibin fermana Pêşmerge de be.

Emîd Simê tekez kir “Pêşmerge ciyên xwe baş amadekirine û zehmete carek din çekdarên DAIŞ bikaribin deverên rêzgarkirî li wî sînorî dagîrbikin.” (Bas)