Serrûpel Nûçe Ji bo Newroza Amedê hatin vexwendin

Ji bo Newroza Amedê hatin vexwendin

Belav bike


Têkildarî pîrozbahiyên Newroza Amedê ya ku dê di 21’ê Adarê de li Qada Newrozê ya Amedê pêk bê li Otela Lîluz civînek çapemeniyê hat lidarxistin. Komîteya Amedarkar a Newrozê, KCD, DBP, HDP, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli û gelek saziyên sivîl ên civakî tevlî civînê bûn. Civîna gelek xebatkarên çapemeniyê jî beşdarbûn bi xwarina taştê dest pê kir. Serokê Komîteya Amadekar a Newozê Seydî Firat têkildarî bernameya Newozê de axivî û diyar kir ku dê di Newroz Amedê ya sala 2015’an de daxuyaniyên gelek girîng bên dayîn. Firat anî ziman ku gelê kurd dixwaze Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di Newroz Amedê de bibîne. Firat têkildarî îdîayên Ocalan dê ji Newrozê re peyemekî bi dîmen bişîne jî got ku tiştekî zelalbûyî tuneye.

Firat balkişand ser berxwedana Kobanê û wiha axivî: “Berxwedana Kobanê ji bo gelê kurd mazin e. Me Serokomarê Fransayê François Hollande, Serokwezirê Yunanistanê Aleksis Çipras, Serokomarê Iraq Fuad Masum, Serokê Herêma Federal ê Kurdistanê Mesud Barzanî, Hevserokên PYD Salih Muslim û Asya Abdullah, Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabani, nûnerên Tevgera Goran, nûnerên kantonên Rojava, nûnerên gelên din ên li Rojava, gelek saziyên sivîl ên civakî, AKP û CHP û gelek kesên din dewetî Newozê kirin.”

Hevşaredara Bajarê Mezina a Amedê Gulten Kişanak diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan amadekariyên Newrozê dikin û wiha got: “Ki dixwazê azadiyê xwe mezin bike bila tevlî Newroza 2015’an bibe. Ki neyê vê Newrozê dê bêjê xweziya ez jî biçûma. Newroza Amedê ji bo berxwedana Kobanê û Şengalê ye. Di Newrozê de tişta herî girîng dê peyamê Ocalan be. Bila hemû kes amadekariyên xwe yên 21’ê Adarê bike.”

Çavkanî: DIHA