Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de bo malpera fermî ya hikûmetê de, amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her alîkarî û hevahengiyekê jî anî ziman.
Dizeyî ragihand jî ku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwazî li pêngavên dawî yên proseya aştî û çareseriyê dike, ku têde 10 xalên taybet bi pêngavên bên hatine pêşkêşkirin.”
Roja 28.02.2015, Parlementerê Stenbolê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirrî Sureya Onder peyama rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulla Ocalan ji bo prsoeya aştî û çereseriyê xwend, ku têde 10 xal wek bingeh ji qonaxa bê ya proseyê re nivîsandibûn, xala herî girîng jî daxwaz encamdana kongreyê çekdananê ji aliyê PKK ve bû.
Navborî tekez li ser wê yekê jî kir ku: “Hiûmeta Herêma Kurdistanê her wek çawa ji destpêkê de alîkar û pişgtir bû ji proseya aştî û çareseriyê re, dê her bimîne jî û hemû alîkrî û piştgiriyekê ji bo serkeftina proseya aştî û çareseriyê pêşkêş bike û di vê derbarê de wê rola xwe ya pêwîst bilîze.” bas