Serrûpel Nûçe Wezîrekî Ereb: Îran planekê li dijî Barzanî amade dike

Wezîrekî Ereb: Îran planekê li dijî Barzanî amade dike

Belav bike

Wezîr berê yê ragihandina Urdinê Salih Qelab di gotarekê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sepandkarêk rasteqîne yê hesta newtewî ya Kurd binav kiriye û amaje dike ku, di heyama borî de Serokê Herêma Kurdistanê ne amade bû ku bibe beşek ji stratejîka ku Îran li navçeyê danaye, ji ber wê yekê jî Herêma Kurdistanê dibe korîdora bi hev ve girêdana Tehran û Şamê. Ji bilî wê, serdestiya Îran li serê Herêma Kurdistanê red kiriye û amade nebû ku xwestkên Îranê cîbicî bike, dema ku jê hat xwestin ku, serdana Şamê bike û hevdîtinekê ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed pêk bîne, lê Barzanî red kir.  Her amade jî nebû ku ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mûelim hevdîtinekê bike.

Qotara Salih Qelab di rojnameya Şerq Ewset de belavbûye û têde nivîsiye jî ku, di heyama borî de Fermandarê Artêşa Qudis a Îranî Qasim Silêmanî li Qeleçolan a Silêmaniyê ligel Hevjîna Sekreterê Girşî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hîro Ibrahîm Ehmed û Mela Bextyar, Kosret Resûl Elî û Berhem Salih civînek pêkanîbû, Silêman daxwaz ji wan serkirdeyên YNKê kiribû ku Mesûd Barzanî ji posta wî dûrbixin û di nêzîktirîn derfet de xwe jê rizgar bikin. Lê di civînê de Kosret Resûl Elî û Berhem Salih amade nebûn ku piştgiriya wê bîrokeyê bikin.

Herwiha navborî di gotara xwe de aşkere dike ku, berî heftiyekê li Silêmaniyê Nûnerê Konsulxaneya Îran li Hewlêrê ligel sernivîserê 4 rojnameyên ser bi YNK ve, nûnerê Hîro Ibrahîm Ehmed û Nûnerê Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik civiya bû. Di civînê de çend biryarek hatiye dayîn ku ew jî: Gerimkirina cadeya Kurdî û karkirin li ser wê yekê ku careke din Mesûd Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê neyê hilbijartin.

Di dawiyê de jî wezîrê berê yê ragihandina Urdinê tekez dike ku, Eger Îran bi temamî dest dane ser Iraqê, dê rasterast berê xwe bide Herêma Kurdistanê. Bi dûr jî nizane ku, Îran rewş gerim bike ji bo derketina şerekî navxweyî li Herêma Kurdistanê, wek şerê sala 1996an. BASNEWS