Wezîrê derve yê Emerîka Kerry di hevpeyvîneke xwe de ligel televzyona emerîkî Sî Bî Es News diyar kir ku, Emerîka miha li wan riyan digere ku zextê li ser Beşar Esed çêbike, ji bo ku diyaloga bi dawîanîna krîza Sûriyê qebûl bike û bi veguhestina destelatê jî razî bibe.
Kerry got, ji destpêka krîzê de, Washington, dixwest diyalog hebe destelat bi awayekî aştiyane were vegihestin.
Wezîrê derve yê Emerîka di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got, di dema derketina dijminê hevbeş de, ew jî DAIŞ e, wê yekê hîşt ku welatên rojava zexta xwe li ser rêjîma Esed lawaz bike.
Navborî got, li dawiyê ewê bi Esed re rûnin, lê di çerçeveya rêkeftina Cinêv 1 de, ku di sala 2012 de çêbûbû û veguhestina destelatê bi awayekî aştiyane daxwaz kiribû