Endamê Şanda Îmraliyê û Parlamenterê Stenbolê Sirrî Sureya Onder derbarê hevdîtina duhî ya bi rêberê PKKê Abdulla Ocalan re got, Ocalan dê Newrozê nirxandineke berfireh bike û li ser pêvajoya çareseriyê gavên pratîkî eşkere bike. Onder herwiha da zanîn, Ocalan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî re name nivîsandiye.
Onder anî ziman di rojên bê de, ew û Parlamentera Amedê Leyla Zana dê serdana Başûrê Kurdistanê bikin û nameya Ocalan bigihînin Barzanî û Talebanî û dê bi hemû partiyên Başûr re jî bicivin.
Sirrî Sureya Onder diyar kir, rojeva civînên wan wê nirxandina Kongreya Netewî ya Kurd, gefên li ser Rojavayê Kurdistanê, Kerkûk, Kobanî û Mûsilê bin û ewê pêşniyarên Ocalan bigihînin aliyên Başûrê Kurdistanê. Rûdaw