Serrûpel Nûçe Ermenistan konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Ermenistan konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Belav bike


Di civînêde nûnerê Taybet ê Hikûmeta Ermenistanê silavên serok komar û hikûmeta welatê xwe ji bo serokwezîr, hikûmet û gelê kurdistanê anî ziman, herwiha bal kişande ser peywendiyên dîrokî û birayane di navbera gelê Kurd û Ermenî de, herwiha amadebûna xwe jibo avakirina komîteyek hevbeş di navbera her du aliyna de di warê rewşenbîrî, aborî, siyasî û mijarên din de jî anî ziman.

Herwiha hat diyarkirin ji aliyê şanda mêvan ve ku, wê nêzîk konsulxaneya Eremenistanê li kurdistanê vekin, hêlên ezmanî d inavbera Yêrîvan û Hewlêr de wê destpêbikin û gelek ji karsaz û dewlemendên Ermenî dixwazin projeyan li Kurdistanê vekin “lewma em dawa alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.”

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara vekirina konsulxana Ermenistanê kir, despêkirina hêla ezmanî dinavbera Hewlêr û Yêrîvn , avakirina komtîta hevbeş û hatina karsaz û dewlemendên Ermenî bo Kurdistanê û tekez kir ku wê hemû derî ji wanre vekirîbin û em Karin diriya komîta hevbeşre van mijaran birêbixin.

Di beşekî din de ji axaftinaxw, Nêcîrvan Barzanî li ser peywendiyên di navbera her du aliyan de di hemû biwaran de, bi taybet di biwarê dabînkirina korsên xwendinê ji xwendevanên Herêma Kurdistanê re li zanîngehên Ermenistanê, ku evjî delîlê peywendiyên xurte di navbera herdu aliyande. bas