“Bikaranîna wê cûrê mîlşiyeyan (Heşda Şeibî), arîşeyeke mezintir ji arîşeya DAIŞê peyda dike, ew jî bi rêya drustkirina tunditîjiyê ligel Sineyan.”
Di wê hevpeyvînê de Mesrûr Barzanî bi tundî rexne li hikûmeta Bexdayêd digire, derbarê bikaranîna vî corî mîlîşiyeyan de û dibêje: “Ev arîşe ji arîşeya DAIŞê mezintir e, pêwîste em hemû li dijî DAIŞê rawestin, lê eger tolhildan û tundutîjî bermaber her mezhebêk çêbibe, dê arîşe mezintir û dijwartir bibe.”
Heşda Şeibî grûpek çekdarî ya pêkhateya Şîe li Iraqê ye, di bin fermana Nûrî Malikî û çend serkirdeyên din ên Şîe de ne, herwiha ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkitin.
Herwiha Barzanî dilgiran bû ji wê yekê ku, Hikûmeta Navendî heta niha pereyan dişîne wan navçeyên di bin kontrola Heşda Şeibî û DAIŞê de, di demekê de ku mûçeya Pêşmerge û Herêma Kurdistabnê ragiriyte.
Di Sibata sala borî de, serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî Malikî bi biryareke kesî, biryara birîna mûçe û budceya Herêma Kurdistanê dabû, tevî ku niha hikûmeta Iraqê hatiye guhrtin û rêkeftin ligel Herêma Kurdistanê îmze kiriye, lê hê mûçe û budce wek pêwîst û li gor yasa û destûrê nehatiye şandin.
Brazanî got jî: “Hikûmeta Bexdayê pereyên Enbar û Mûsilê dide ku din bin kontrola DAIŞê de ne, lê çima pereyên Kurdisanê nade? Kî hevpeyman e?, niha dujminekî me yê hevbeş heye, lê çima alîkariya me nakin?.”
Niha nêzîk 20 hezar ji çekdarên Heşda Şeibî ligel hêzên artêşa Iraqê beşdarî proseya azadkirina Tekrît, navenda parêzgeha Selahedîn a Sinî ya Iraqî, bûne. Bas