Li gora Akdogan wê di heftiya pêş de biryara dawî li ser şandeyê ji aliyê serokwezîrê Tirkiyê Davûtoğlu ve were dayîn.
Li ser daxuyaniyên Cemîl Bayik yên di derbarê Erdoxan û pêvajoyê de jî alîkarê serokwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan dibêje, bela li qisûrê nenerin, ji ber ku pêvajoya aştiyê di rojevê de ye, emê bê rêzî û sûkayetiya ku ew dikin danequrtînin. Ev şexs, ji ber noqsaniya xwe , 30 sal in li koşeyekê rawestiyayî bû, niha postek bi dest xwe ve aniye, lê ev nayê wateya ku ew şarezaye, bi tenê tê wateya ku Ocalan dikare ji dareke hişk pêpîkekê durust bike.