Serrûpel Nûçe Peyama Nêçîrvan Barzanî li Amedê hate xwendin

Peyama Nêçîrvan Barzanî li Amedê hate xwendin

Belav bike

 
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de cejina Newrozê li HDP, DBP û KCDê hemû kurdistaniyan pîroz dike û hêvî dike ku Newroza îsal ji bo kurd, kurdistaniyan û gelên deverê û cîhanê bi xwe re serketin û şadiyê bîne.
 
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de careke din piştevaniya xwe ji bo pêvajoya aşitiyê û çareseriyê û bi taybetî gavên ku vê dawiyê ji bo pêşdebirina pêvajoya aşitiyê hatine avêtin, nîşan dide û dibêje her kar û wezîfeyeke ji bo serketina pêvajoya aşitiyê û çareseriyê bikeve ser milên wan, ew made ne bicî bikin.