KCD ji bo pîrozbahiya sibê ya Newrozê ku dê li Amedê bê lidarxistin, akredîte da 580 rojnamevananên xwecihî û biyanî.
Tîma Medyayî ya Rûdawê jî ji bo şopandina Newroza Amedê serî li KCDê da û xwest Newroza Amedê deqe bi deqe bişopîne û ji temaşevan û xwînerên xwe re ragihîne. Lê KCD’ê bêyî ku tu hincetan nîşan bide destûr û akredîte neda Rûdawê.
Di Newroza par de jî KCD’ê destûr nedabû ku Rûdaw Newroza Amedê bişopîne û ambargo danîbû ser Rûdawê.
Tîmên Rûdawê li Enqere, Pirsûs û Stenbolê jî di dema şopandina nûçeyan de rastê êrîş û zextê hatibûn. Tîma Rûdawê heta niha bi dehan caran rastê êrîşên wê derdorê hatiye. (rûdaw)