Serrûpel Nûçe Hevpeyvînek ligel serokwezîr Nêçîrvan Barzanî

Hevpeyvînek ligel serokwezîr Nêçîrvan Barzanî

Belav bike


Serokwezîr bi şêweyekî vekirî û eşkere bersivan hemû pirsan dide.

Li ser pirseke girêdayî şerê Tirkiyê li hember DAIŞ û beşdarbûna wê di wî şerî de Barzanî dibêje:

Balafirên Tirkiyê hene, tank hene, hêza wê ya eskerî heye, me hêvî dikir ku di cih de Tirkiyê mudaxele bike.

Daxwazeke we bi vî awahî çêbû?

Çawa çênebû? Min telefona yekemîn vekir, hem ligel serokomar hem jî ligel serokwezîr axifîm, axaftina min bi Davutoglu re (wezîrê derve bû) heta serê sibehê saet 3 berdewam kir.

Baş e, Tirkan çima tiştek nekirin?

Ne raste eger em bêjin tiştek nekirin, di rojên destpêkê de Tirkan kamyoneke dagirî fişek ji me re şandin, gulleyên topan şandin, bi riyên bejî şandin, piştre kincên eskerî, bot û tiştên din şandin, heta ku gihiştin, hinekî dirêj kir.

Tirkan jî qebûl kirin, wan weke ku dihate xwestin bi lez tev negeriyan… Niha tirkiyê baş piştgiriya me dike, di warê penaberan de, kampên AFAD li Duhokê hene. Tirkiyê bi peran alîkariya me kir. Nîv mîlyarek dolar da me, wê di demeke nêzîk de bikeve destê me, petrola me di ser tirkiyê re diçe derve, ev gelekî gelekî girîng e. Di dema dawiyê jesta herî mezin, li Kobanî pêk hat. Pêşmergeyên me, di ser Tirkiyê re derbasî Kobanî bûn.

Lê li gor em dizanin Erdogan li hember wê yekê gelekî li ber xwe da, eger Emerîka îsrar nekiriba pêk nedihat

Rast e, pêwîst bû me birêz Erdogan îqna bikiriba. Em bi telefonê gelekî axifîn. Lê hûn li netîceyê binêrin. Tiştê girîng netîce ye. Ji xwe re ifikire, pêşmergeyên me bi unîforma bi kincên eskerî bi ala Kurdistanê ji Zaxo heta Kobanî di Tirkiyê re derbas dibin. Ev di warê siyasî de bûyereke mezin e. Girîngiya vê em nikarin nebînin. Eger Kobanî rizgar bûbe, rola serokomar û serokwezîr têde gelek e, her wiha rola Emerîka û berxwedana bi qehremanî ya Kurdan li Kobanî.

Imtîhana li pêş Musul e, li hember bilindbûna hêza milîsên Şîî û Îranê, hûn ji Tirkiyê çi dixwazin?

Lazime di operasyona Musulê de Tirkiyê beşdar bibe. Divê Tirkiyê bi hikûmeta Iraqê re koordîne bike û bê teredûd Tirkiyê bi hêza xwe ya bejî di rizgarkirina Musulê de beşdar bibe. Min ji serokwezîrê we re got, divê Tirkiyê beşdarî rizgakririna Musulê bibe. Rewş gelekî hesas e, em bi tenê bikevin wî şerî, wê şerê Kurd û Ereban çêbibe, eger milîsên Şîî bikevin wî şerî wê şerê Şîî û Sunneyan derkevem yanî rewş gelekî hesas e.

Hevserokê KCK Cemîl Bayîk dibêje, hêzên PKK amade ne di rizgarkirina Musulê de cih bigirin, tu çi dibêjî?

 Komîk dibînim, gelekî komîk e…

Lê di dema dawiyê de hevkarî bi PKK re kir


Rast e, me ji nêzîk ve hevkariyeke baş bi YPG re kir.  Di şerê li dijî DAIŞ de, wan jî hevkariyeke baş kirin. Em heta dawiyê minetdarên wan in. Li Şengalê, li Mexmûrê, li Rebîa, li Kobanî, me alîkariya hev kir. Me piştgiriya hev kir, ew hevkariya me heta niha jî berdewam dike.

Lê bi PKK re? Bawer dikim, di navbera we de hinek pirsgirêk derketin. Di dawiya sala borî de, Cemîl Bayik  li Hewlêrê ligel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya. Behsa hinek karê hevbeş hatibû kirin. Piştre pirsa Şengalê û rêveberiya xweser derket. Ew hevdîtin rawestiyan.  

Şengal perçeyekî Iraqê ye. Li Şengalê avakirina kantonê fêdeya kesekî têde tune ye. Li parlamentoya Îraqê nûnerên Şengaliyan hene. Em bi xwe pirsgirkên xwe çareser dikin… Tiştekî şaşe ku PKK heq dide xwe di nava axa me de, mudaxeleyî karûbarên me bike.

Lê di şerê li dijî DAIŞ de, Emerîka hevkariya hinek hêzên nêzîkî PKK kir

 

Em li dijî wê yekê dernakevin. Em li tabloya mezin dibêrin. Em li berjewendiya gelê Kurd dinêrin. Pêwendiya Emerîka û welatên rojava bi PKK re, PKK dikişîne ser riyeke hîn rasttir. Lê di encamê de meydana PKK ya xebatê ne Îraq e, nabe jî. Me li Sûriyê dît. Aliyê PKK yê zorê derkete pêş. Dixwaze bibe tekane hêz, em vê yekê rast nabînin.  Divê bi grûpên Kurd yên din re di diyalogê de be. Dîsa jî ji  bo hevkariya wan (mebest YPG) ez spas dikim. Binêrin gelekî bûn alîkar. Em tu caran ji bîr nakin. 

Bawer dikim, alîkariya misteşarê MIT  Hakan Fidan jî di vê pêvajoyê de çêbû


Bi rastî jî çêbû. Îtîraf bikim, dema ku ew ji misteşariya MIT cuda bû gelekî ne rihet bûm. Dema ku Hakan Fidan careke din vegeriya MIT (Istîxbarata Tirkiyê) em gelekî kêfxweş kirin.

Weke hûn dizanin, rola Hakan Fidan di pêşvajoya aştiyê de di navbera Abdullah Ocalan û dewletê de rola wî girîng e.


Em dizanin rola we û birêz Mesûd Barzanî jî di wê pêvajoyê de heye.


Rast e. Me jî li gor xwe rolek lîst. Di vî warî de ev demeke dirêje, em nêrîna xwe dibêjin, encam jî diyar e.

2 salin, deng ji sîlehan dernakeve, reşnûsek ji 10 madeyan heye, axaftin li ser wan tê kirin. Ez di wê baweriyê de me ku ewê rê li ber aştiyeke daîmî vekin. Di wan hevdîtinan de 3 limg hene,  HDP, Îmralî û Qendîl, lê ez di wê baweriyê de me gotina dawiyê Ocalan dibêje.

Serokomar (Erdogan) got pirsgirêka Kurd tune ye. Hevserokê HDP Selahedin Demirtaş jî, li dijê Erdogan û HDP daxuyaniyên tund dan.


Ew daxuyaniyên atmosfêra hilbijartinan in. Hûn li Netîceyê binêrin.

(Amberin Zaman – Rojnameya tirkî Taraf, 23.03.2015)

Wergera ji tirkî: Avesta Kurd