Nerazîbûnên li dijî gotinên Erdogan ên “pirsgirêka kurd tine. Ma hûn êdî çi dixwazin?” didomin.
Parlamenterê Amedê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan di pîrozbahiya Newrozê de li bajarê Konyayê axaftinek kir û got, li Konyayê kurd û tirk mîna bira bi hev re dijîn. Armanca me ew e ku li seranserî Tirkiyê jî kurd û tirk mîna bira pevre bijîn.
Altan Tan diyar kir ku li bajarê Stenbolê ji her derî zêdetir kurd hene û got, bajarê Stenbolê di cîhanê de bajarê herî mezin ê kurdan e, çimkî li Stenbolê 3 milyon kurd dijîn.
Tan nerazîbûna xwe li dijî gotinên Serokomarê Tirkiyê Erdogan ên derheqê pirsgirêka kurd de jî anî ziman û got, ev çil sal in xebatek tê kirin lê (Erdogan) dibêje “ez nizanim ev kurd çi dixwazin”. Em qizilqurtê dixwazin! Rûdaw