Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de ligel malpera El-Monitor, behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û İraqê, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û şerî dijî rêxistina radîkal a DAİŞê dike.
Derbarê rewşa niha û şerê Pêşmergeyên Kurdistanê ligel DAİŞê, Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Destpêkê şerê DAİŞê şoqeke mezin bû bo me, lê me kariye wan ji navçeyên Kurdistanî dûrbixin wek navçeyên derdora Kerkûkê, Zummar, Rebîe, Bendava Mûsilê, Mexmûr û Giwêr, niha em li pêş in û bi baweriya me ew hêza berê ya DAİŞê nemaye û nikare êrîşên nû bike. Bi giştî rewş baştir e. Lê metirsî her maye û heta Mûsil jî di destê DAİŞê de be ew metirsî her dimîne.’‘
Derheqa metirsiya milîşiyayên Şîe de jî ku wek Heşdî Şe’bî tên naskirin, Barzanî wiha dibêje: ‘’Evna rastiyeke û divê gotûbêj li ser bê kirin. Dema çekdarên DAİŞê êrîşî İraqê kirin, Îran yek ji welatên yekem bû ku berevanî li İraqê kir û Kurdistan jî ligel. Hest pê dihat kirin ku dijminekî hevbeş heye. Rastiyeke tal jî heye ku artêşa İraqê ne wiha rêxistiye ku bikaribe rûbirûyê êrîşên DAİŞê bibe û di encam de Merce’ê Şîeyan Elî Sîstanî fetwayek derxist bo damezrandina grûba Heşdî Şe’bî û ne tiştekî baş e em rola pozîtîf a wê grûpê jibîr bikin bo dûrxistina DAİŞê. Lê divê ew grûp bikevin bin kontrolê û di jêr yasayeke zelal û diyarkirî de kar bikin.’‘
Li ser rola Îranê di İraqê de jî Serokwezîr wiha axifî: ‘’Rola Îranê li İraqê zelal e û evna ne cara yekem e ku Îran destêwerdanê dike. Lê hinek caran rola Îranê li İraqê mezinkirinek bi xwe ve dîtiye. Wek mînak dema berpirsekî Îranî dibêje; ‘Eger ne ji me bûya Hewlêr dirûxa.’ Evna ne tiştekî baş û ne jî rast e. Yan jî yekî din dibêje; Bexda paytexta Îranê ye.’ Rastiya zelal û eşkere ew e ku bi bandortirîn welat di dûrxistina metirsiya DAİŞê de, Amerîka bû. Bêyî Amerîkiyan zehmet bû em biserkevin û em jî wek Kurd grûpa DAİŞê rabigrin, ji ber çekên wan ji yên me baştir in.’‘
Li ser pirsa eger Kurd serxwebûnê rabighînin, gelo Amerîka piştgiriya Kurd dike yan Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî wiha bersiv dide: ‘’Bawer nakim Amerîka qet xwe bixe nav rewşekê ku neçar bibe di navbera Bexda û Kurdan de yekê hilbijêre û eger em serxwebûnê bixwazin, em serxwebûneke wek awayê Bakurê Qibrisê naxwazin. Em serxwebûnekê dixwazin ku şiyana xwebirêvebirinê hebe. Rewşa jeopolîtîk a Kurdistanê gelekî hestyar e û Îran û Tirkiye hevsînorê me ne.’‘
Derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî Nêçîrvan Barzanî dibêje: ‘’Niha peywendî nebaş in. Rêkeftinek di navbera me de heye ku taybet e bi du aliyan. Aliyê siyasî û aliyê aborî. Ferqa mezin li ser aliyê aborî ye û tişta Bexda dixwaze bike ne rast e. Wate Bexda dixwaze hemû petrola Kurdistanê kontrol bike û em vê kontrolê nadinê, lê amade ne hevahengiyê ligel bikin û ew mafê me jî hebe ku petrola xwe bifroşin. Bexda 12 milyar dolar deyndarê me ye ku yê sala borî bû û eger ew wan pereyan bidin me, em amade ne gotûbêjê bikin.
Di beşa dawî ya hevpeyvînê de Barzanî li ser dema Serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî radiwest e û wiha dibêje: ‘’Li gor destûrê meha Tebaxa dahatû dema serokatiyê diqede. Lê wek Kurdekî, ne wek birazî yan zavayê cenabê Serok, divê Barzanî di vê kêliya pir krîz de di postê xwe de bimîne. Bêguman di medyayê de û li Parlamento gelek axaftin li ser tên kirin, lê dema wextê biryardanê tê divê xelk cudahiyên xwe deynin aliyekî û bizanin ka çi baş e bo welatê wan. Mixabin Celal Talebanî di vê rewşê de nîne ku bikaribe axaftinê li ser bike û take serkirdeyê din ku bikaribe welatê me birêve bibe di vê rewşê de Barzanî ye. Vêca siyasetmedar êdî ser bi Tevgera Goran, YNK û partiyên Îslamî bin, hemû vêna dizanin û xelk jî dizane ku bo ragirtina aramiya Kurdistanê, divê Barzanî bimîne.’‘ Bas