Fermandarê Pêşmergeyan ên li navçeya Şingalê Qasim Şeşo, derbarê hewlên avakirina kantonetkê li wê navçeyê de got: “Di çadir û şikeftan de, behsa kantonan nayê kirin. Yên ku vê dikin, dixwazin di nav birayan de şer çêbe û ew kes ji bo pêkanîna planên ne baş hewl didin. Em pir baş dizanin ku li pişta wan yên ku vê yekê dikin, hin hêzên derve hene.”
Şeşo, daxuyanî di daxuyaniyekê de ji ajansa Anadolê re ragihand ku, ji bo paşeroja Şingalê, gel wê biryarê bide. Şeşo got ku hêza fermî ya li Şingalê Hêza Pêşmerge ye û ev hêz ji 20 hezar pêşmergeyî pêk tê.
Şeşo diyar kir jî ku, eger welatên heveyman piştgiriyê bidin, ew dikarin ku Şingalê di nav 48 saetan de rizgar bikin.
Qasim Şeşo got ku, eger kontrola navçeya Şingalê bi tevahî bi dest bixin dê têkiliya DAIŞê ya di nav Şingal û Sûriyeyê de jî qut bibe. Herwiha destnîşan kir ku niha li Şingalê çekdarên Heşdî Şeibî (Komên Gel) tunene û got ku dê Pêşmerge û êzdî herêma pîroz biparêzin.
DAIŞê herêma Şingala ku lê êzdî dijîn, di 3yê tebaxê de dagir kiribû. Bi hezaran êzdî ji ber êrîşên DAIŞê xwe sipartibûn Çiyayê Şingalê. Êzdî li wir hefteyekê bê nan û av asê mabûn. Piştre Pêşmergeyan bi rêya korîdora ewlehiyê ew ji wir rizgar kiribûn.
Roja 14ê Kanûna borî û bi serpereştî û çadvêriya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çend kesayetiyên êzdî yên ser bi wê partiyê ve tên zanîn, civînek li ser Çiyayê Şingalê pêkanîbûn û “Kantona Şingalê” ragihandibûn, ev yek jî ji aliyê Serokatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû redkirin. Niha jî ew babet ji rojevê derketiye. Bas