Rêvebirê bere yê Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim ji bajarê Sêrtê bû namzedê HDPê.
Kadrî Yildirim ji Rûdawê re got heger ew bibe endamê parlemetoyê ewê xebatê kurdolojiyê dê li wê dere jî bidomîne û kare wî yekemîn dê vekirina qursa kurdî li Parlamentoya Tirkiyeyê be.
Yildirim anî ziman ewê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu ferî kurdî bike û wiha domand:
“Dema ku ew ferî kurdî bûn biratiya zimanan dê çêbe û dema ku zimanê biratiyê pêş ket wê deme biratiya gelan dê çêbe. Ez dixwazim perwerdeya kudî bidim parlamenterên ku bixwazin ferî kurdî bibin. Kurd çawa ferî tirkî bûne divê tirk û ereb jî ferî kurdî bibin. Herwiha ez dixwazim perwerde bikim kurdên ku nezanin zimanê xwe.”
Qursa kurdî
Yildirim diyar kir ku qursa kurdî dê belaş be û dilnerihetiya xwe ya siyasetmedarên bi çend gotina diçin li hemberî xelkê. Yildirim li ser vê mijarê mînaka dema ku TRT 6 vebibû axaftina Erdogan da. Yildirim got serokomar wê demê şûna bibêje “Bi xêr be” gotibû “Bêxêr be.”
Yildirim dê li Sêrtê xaniyeke kirê bigire
Yildirim da zanîn wî li navçeya Tilloyê perwerdeya medreseyî dîtiye û domand:
“Zanîngeha ewil min qedandî Dibistana Bilind a Perwerdeyê ya Sêrtê bû. Ez bawer dikim ku li Sêrtê her 3 parlamenter jî dê ji HDPê bên hilbijartin. Piştî hilbijartinan ezê li Sêrtê xaniyeke kirê bigrim. Herwiha ezê bi vî awayî nêzîkî xelkê bajêr bim û ezê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bixebitim.”