Serrûpel Nûçe Heyder Şeşo serbest hate berdan (Vîdyo)

Heyder Şeşo serbest hate berdan (Vîdyo)

Belav bike

Heyder Şeşo ragihand ku, hêza wî pêkanîbû li derveyî yasa û rênmayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge bû, herwiha bi navê Heşda Şeibî pere ji Bexdayê werdigirt.

Şeşo tekez kir jî ku, ew dê ji îro ve peywendiya xwe ya ligel Bexdayê bibire û êdî ew peray ji Bexdayê wernagire.

Roja 5ê Nîsanê, Heyder Şeşo ku xwe wek fermandarê Hêzên Parastina Şingalê dide naskirin, ji aliyê asayişa Dihokê ve hatibû girtin, bi tohmeta avakirina hêzeke ne yasayî û li derveyî Wezareta Pêşmerge, ku bi navê Heşda Şeibî li Şingalê pere ji Bexdayê werdigirtin.

Navborî tekez kir ku, ew dê ji niha û pêde di bin fermana Wezareta Pêşmerge de û ligor rênameyên Herêma Kurdistanê kar bikin.

Li gor ku Heyder Şeşo ragihandiye, nih ji sedî 50yê çekdarên Heşda Şeibî ya di bin destê wî de tevlî Wezareta Pêşemrge bûne û “Ew ên mane azad in” lê daxwaz ji wan kir ku tevlî wezaretê bibin.

Di destpêka Sibata borî de, Heyder Şeşo di hevpeyvînekê ligel BasNewsê ragihandibû ku, ew budce û mûçeya çekdrên di bin destê wî de (ku wê demê hezar çekdar bû) ji Desteya Heşda Şeibî li Bexdayê werdigire, tekez kiribû jî ku Bexda itîraf bi wê hêza wî kiriye.

VÎDYO

Heyder Şeşo helgirê regeznameya elmanî ye û endamê Komîteya Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye, lewma frakesyona YNK li Parlementoya Kurdistanê, rojekê piştî girtina wî, ragihandibû bû ku Şeşoş hatiye revandin û cihê wî nediyar e.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku, Şeşo bi biryara dadgehê û tohmeta avakirina hêzeke ne yasayî hatiye girtin, ew dê bi biryara dadgehê jî serbest were berdan.

Heşda Şeibî jî, rêxistineke çekdarî ye erebên Şie li Iraqê ye û di bin fermana Nûrî Malikî, yê ku dema serokwezîriya xwe budce û mûçeya Herêma Kurdistanê birîbû, de ye.