Serrûpel Nûçe Serokatiya Barzanî 2 salan tê dirêjkirin

Serokatiya Barzanî 2 salan tê dirêjkirin

Belav bike

Barzanî ji sala 2005an vir ve Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ye û di 20ê tebaxê de dema wezîfeya wî temam dibe. Barzanî wê bi biryara nû ya Parlementoya Herêma Kurdistanê 2 salên din jî serokatiyê bike. Li Herêma Kurdistanê pergala nîvparlementeriyê heye û serokê herêmê ji hêla gel ve tê hilbijartin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku serokê wê Mesûd Barzanî ye, dixwaze di hilbijartinê pêş de jî gel serokê herêmê hilbijêre. Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran ku piştî PDKyê partiyên herî xurt in, erênî li dirêjkirina wezîfeya Barzanî dinihêrin, lê hin şert û qewl datînin. Her du partî jî dixwazin meclis “serokê herêmê” hilbijêre û ji bo vê jî dixwazin di destûra bingehîn a herêmî da guherandin were kirin.

Parlementerê PDKyê Elî Xalo destnîşan kir ku ji serê ser da dixwazin gel serokê herêmê hilbijêre û wiha got: “Ev hat sepandin û bi serkeftî jî bû. Barzanî ji sedî 70ê ray sitend û bû serok. Lê ji ber ku Herêma Kurdistanê di heyameke hesas da derbas dibe, em nabêjin gere teqez gel serokê herêmê hilbijêre. Heger lihevkirin çêbe û qenaeteke çêbe ku serokê herêmê bi destê meclisê were hilbijartin, dibê ku were qebûlkirin.”

Parlementerê Tevgera Goranê Mehmûd Hecî Omer jî wiha axivî: “Em dixwazin serokê herêmê bi destê meclisê were hilbijartin. Li gor me pergala parlementeriyê pergala herî maqûl e. Li Kurdistanê pergala nîvparlementeriyê heye. Heger zagon bên guherandin em ê derbasî pergala parlementeriyê bibin û serokê herêmê jî bi destê meclisê were hilbijartin.”

Parlementerê YNKyê Rewaz Faîq jî diyar kir ku di pergala parlementeriyê da bi biryar in û got loma jî em dixwazin Barzanî bi destê meclisê were hilbijartin. 

– Barzanî 10 sal serok e

Barzanî cara ewil di sala 2005an da bi destê meclisê ji bo 4 salan hatibû hilbijartin, di sala 2009an da jî bi referandûmê cara duyem ji bo serokatiyê hatibû hilbijartin. Heyama duyem a serokatiya Barzanî di sala 2013an da temam bûbû û dema wezîfeya wî bi destûra meclisê heta tebaxa 2015an hatibû dirêjkirin. Tevgera Goranê di wê heyamê da bertek nîşan dabû ku dema wezîfeyê tê dirêjkirin. Lê niha ji ber ku Tevgera Goran û partiyên din şirîkên îqtidarê ne û ji ber ku tunduya DAEŞê û qeyrana aboriyê heye, erênî li serokatiya Barzanî dinihêrin. 

– Li dijî êrîşên DAEŞê herêma xwe parast

Bi saya Mesûd Barzanî di meseleya DAEŞê da DYA û dewletên Rojavayê piştgiriyeke mezin dan Herêma Kurdistanê. Bi alîkariya dewletên koalîsyona navneteweyî Hewlêr, Silêmanî û Dihok ji êrîşên DAEŞê hatin parastin. Di vê pêvajoyê da çekên ku hikûmeta navendî ya Iraqê nedida pêşmergeyan ji dewletên Rojavayê ji pêşmergeyan ra hatin. Barzanî telîmat da ku pêşmerge herin alîkariya kurdên li Kobanêya Sûriyeyê û Barzanî bi alîkariya Enqereyê çekên yekîneyên pêşmergeyan ji Tirkiyeyê derbasî Kobanêyê kir.  AA