Di peyamekê de ku kopiyek jê giha BasNewsê, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê cejna Çarşema Sor û sersala Kurdên Êzidî ku sibe 15 Nîsanê ye pîroz kir.
Deqa Peyamê:
Îsal di demekê de Cejna Sersalê “Çarşema Sor” ya xuşik û birayên me yên Kurdên Êzidî vedgere, ku bi hezaran malbatên wan ji ber têrorê ji war, cih, mal û halên xwe dûrin û jiyana awareyiyê derbas dikin, herwiha bi hezarên din jî hatine bêserûşûnkirin, şehîdkirin û revandin. Em ji dil û can hevsozî û hevxemiya xwe digel xuşik û birayên me yên Êzidî derdibirin û hêvîdarin ku cejnên bên, cejnên serkeftin, rizgarbûn û azadkirina hemû cihên Kurdistanê bi giştî û cih û war û deverên xuşik û birayên Êzidî bi taybetî be.
Di demekê de ku em sersalê li hemû xuşik û birayên Êzidî li Kurdistanê û li her cihekî cîhanê bin pîrozdikin, careka dî hemûyan piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser hewlên xwe ji bo nasandina karesata Êzidiyan wek cînosayid bi her awayî berdewam be û ji bo vê yekê dê hemû karîn û şiyanên xwe yên siyasî û dîplomasî bi kar bîne.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha bi her awayî dê li ser hewlên xwe yên rizgarkirina xuşik û birayên me yên Êzidî yên revandî berdewam be heta hemû têne azadkirin. Herwiha jî dê di hewlên berdewam de be ji bo pêşkêşkirina hemû terzên alîkarî û xizmetguzariyan û avedankirina wan cih û deverên wan yên ku rojane ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve têne rizgarkirin.
Hevsozî û hevxemiya xwe di gel hemû xuşik û birayên me yên Êzidî dûbare dikin û cejna hemûyan pîroz be.
Civata Wezîrên Herêma Kurdisatanê
15.04.2015