Di çarçoveya vê kampanyayê de, Endamê Konseya Rêveberiya PKKê Duran Kalkan di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyoneke nêzîkî PKK, ku îro hat weşandin got: “Îdareya Başûrê Kurdistanê zilmê li êzidiyan dike. Ji PKK re dibêje dev ji demokrasiyê berdin. Em qebûl nakin kesek li Êzidiyan zilmê bike. Êzîdî ji komkujiyekê rizgar bûn, demokrasiya PKK ew rizgar kirin. Hemû dinya vê yekê qebûl dike, ji kerêm xwe re bila Hewlêr jî qebûl bike.”
Duran Kalkan ku wek Ebas jî tê naskirin û yek ji kesên ne kurd e di nav serkirdatiya PKKê de, di berdewamiya axaftina xwe de dipirse: “Kê Şengalê rizgar kir? Hinek rabûn û ji bo gerîlayên li wê derê gotin hêza dagîrker. Ev şerm e. Ma ne şerm e? Eger gerîlayan weke pêşmergeyên PDKê kiribana niha li Şengalê bi navê Kurdan tiştek nedima. “
Rexne li medya û berpirsên PKKê tê girtin ku hertim Kurdên Êzidî wek “Êzidî” binav dikin, wek hewldanekê bo cuda nîşandana wan ji neteweya kurd ku ev siyaseta Ermenistan û rêjîma Sedam Hisên û rêjîma Sûriyê bû di dema borî de.
Îro çarşemê medyaya PKKê belav kir ku Endamê Tevgera Demokratîk a êzidî TEVDA Munzir Dêrsim, ku rêxistineke girêdayî PKKê ye, di merasîmekê de bi helkefta cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî li Dêrsimê, bi tundî PDKê rexne kir û ragihand ku: “Îdareya PDKê” ji 2003an ve û heta dema girtina Şingalê ji aliyê DAIŞê di tebaxa borî de zilm û zordariyê li Êzidiyan dike û li hemberî DAIŞê “bergiriya êzidiyan nekir û bû beşek ji kujerên wan.”
Berpirsê TEVDA Munzir Dêrsim dibêje, PDKê rê li ber damezrandina Kantona Şingalê digire û xwendegehên Çiyayê Şingalê ku ji hêla PKKê hatine vekirin nas nake: “PDKê, YBŞ û YPJ- Şingal qebûl nake.” Tê zanîn ku ev herdu hêzên çekdar ji aliyê PKKê bo Kurdên Êzidî yên devera Şingalê hatine çêkirin.
Piştî girtina Şingalê ji aliyê DAIŞê, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi xwe serperiştiya bereya Şingalê dike û li gorî gotina endamekî encûmena serkirdatiya PDKê, heta niha dora 100 pêşmergeyên PDKê di şerên bereya Şingalê de şehîd ketine.
Endamê Encûmena Serkirdatiya PDKê Serbest Sindorî ji Rûdawê re ragihand: “Xelkê Şingalê bixwe dizanin kî xizmeta wan kiriye. Ji sala 2003an ve, îdareya PDKê li wê navçeyê xizmeta xelkê dike. Piştî hatina çekdarên DAIŞê jî, hêzên pêşmerge ku piraniya wan pêşmergeyên PDKê ne, bergiriya Çiyayê Şingalê kirin û niha jî bergiriya wê navçeyê dikin.”
Serbest Sindorî herwiha got: “Xelkê wê navçeyê di dema lêqewimînê de jî hawara xwe gihandin ber navçeyên li jêr desthilata PDKê û hikûmeta Herêma Kurdistanê û nikarîbûn ji ber reftar û tevgerên xirab û hizbî yên PKKê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê bimînin û piraniya wan li navçeyên ku PDKê wan birêve dibe vehewiyan. PDKê û hikûmeta Herêma Kurdistanê li kampan jî wan birêve dibe û ji bo baştirkirina rewşa jiyana wan kar dike.”