Serrûpel Nûçe Pêşmerge bi temamî ji Kobanî vedigerin

Pêşmerge bi temamî ji Kobanî vedigerin

Belav bike
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi temamî ji Kobanê vedigerin, Barzanî jî radighîne ku “Pêşmerge aramanca xwe pêkanîne.”
  
Çûna Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû, piştî pesendkirina wê li Parlementoya Kurdistanê.

Li gor zanyariyên di dest BasNewsê de, biryare di rojên bê de, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bi yekcarî vegerin Başûrê Kurdistanê “Niha jî Wezareta Pêşmerge mijûlê tedbîrên yasayî ye ji bo vegera wan Pêşmergeyan.”


Di vê derbarê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel televîzyona al-Jazeera ya erebî duh, 14ê Nîsanê, gotiye: “Mana Pêşmergeyan li Kobanê li gor rewş û pêwîstiyê ye. Lê ez dikarim bêjim ku, Pêşmergeyan armanca xwe pêkanîn û Kobanê azadkirin.”

Yekem karwana Pêşmerge roja 28ê Cotmeha sala 2014an ji Başûrê Kurdisanê berê xwe danbû Bakurê Kurdistanê, roja 31ê heman mehê jî bi rêya Deşta Sirûcê ya Rihayê derbasî Kobanê bibû.

Heta niha 5 karwanên Pêşmerge, ji Hêzên Piştgiriyê yên Yek û Du yên ser bi Wezareta Pêşmerge ve çûne Kobanê, ji bo piştgiriya şervanên kurd li wî bajarî di rûyê êrîşn çekdarên DAIŞê de, her karwanek jî ji 150 Pêşmergeyî pêkdihat, ligel çekên sivik, navend û giran.

Roja 26ê Çileya îsal jî Kobanê azad bû, heta niha jî piraniya gundewarên wê hatin azadkirin. Tenê yek Pêşmerge jî bi navê Zêrevan Ekrem Mizûrî li wî bajarî şehîd bibû û çend Pêşmerge jî birîndar bibûn.

Çûna Pêşmergeyên Kurdistanê bo Kobanê “biryarek dîrokî bû” (wek ku Barzanî çendîn car binav kiriye), ew jî piştî rêkeftina Herêma Kurdistan-Amerîka-Tirkiyê bû.