Serrûpel Nûçe Barzanî gelekî aciz bû: Ev xiyanet e!

Barzanî gelekî aciz bû: Ev xiyanet e!

Belav bike

Di van demên dawiyê de, çend kesayetî û alî belav dikin ku, nabe Başûrê Kurdistanê tenê ji Hewlêrê were birêve birin, divê Şingalê, Dihok, Zaxo û Silêmanî rêveberiya wan a xweser hebe, herwiha metirsiya derketina şerekî naxweyî li Herêma Kurdistanê dixine rojevê, bêyî ku tu bingeheke rast ji wan hewlan re hebe.

Di peyama xwe de û bêyî ku amaje bi tu nav û alyekî bike Barzanî wiha ragihandiye “Ev yek raderbirîn nîne, lêbelê ev cor ji hewlan xiyanete li gel û niştiman û cîbicîkirina ecînde û siyaseta neyarên Kurdistanê ye.”

Barzanî tekez dike jî ku “Navbe bi her awayekî rê bi vê nêrîna ne niştîmanî bê dayîn ku li Kurdistanê belav bibe” û ew yek bi “Babeteke metirsîdar li ser asayişa neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê û hemû destkeftên ku bi xwîn û rondikan hatinde bidestxistin, dixe metirsiyê de.”


Peyama Barzanî

Rêzdar Serokayetiya Parlemena Kurdistanê

Serokayetiya Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Partî û aliyên siyasiyên Kurdistanê

Cemawerê serbilindê Kurdistanê

Dijmin û neyarên gelê Kurdistanê hemû rêyan ceribandin bo ku xebata gelê Kurdistanê ji nav bibin. Her ji toqandin û enfal û jenosaydê bigre heta kîmyabaran û abluqedan û zîndan û anîna fitne û dû berekî û birîna derameta xelkê û êrîşa terorîstan, lê belê pişt bi xwedayê mezin û hîmet û xweragiriya gelê me, Kurdistan karî li ser hemû plan û dijminkariyan da serbikevê û şikest û şermezarî jî ji bo dijminan maye.

Niha gelê me ji hemû demekî zêdetir li serkeftin û destkefta mezin û şikomendî û hûrmetiyê nêzîke. Lê belê cihê daxê ye ku ji bo dijayetî kirina gelê Kurdistanê awayeke nû ya ne pakiyê derketiye ku li rêyên cûr bi cûr û bi daxuyanî û nivîsan propaganda û bangeşe ji bo şerê navxweyî û dû berekî û her wiha zîndî kirina veqetandin û dû îdareyî yê dikin. Eve ne azadî raderbirîne belku ev cûre hewldan xiyanete li gel û nîştiman û piyade kirina ajanda û siyaseta neyarên Kurdistane. Nabê bi tu awayekî rê bê dayîn ev nêrîna ne nîştîmanî li Kurdistanê da hebê. Ev babet metirsiye li ser asayîşa neteweyî û nîştîmaniya Kurdistanê û hemû ew destkeftên bi xwîn û rondikan pêkhatine dixe bin hereşe û tehdîdan.

Daxwaz ji Parlemena Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dawakariya Giştî dikim erkê xwe raperênin û rêwşuwênên guncaw li dijî van tevgerên ne nîştîmanî û metirsîdar li ber bigrin û çareseriyeke yasayî û fermî ji bo rê girtina li belav kirina van nêrînan peyda bikin ku jiyana xelkê û yek perçeyî ya nîştîman û bexteweriya welat dike armanc û bangeşeya şerê navxweyî û dû îdareyî yê dikin.

Daxwaz ji hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê dikim bi hemû şiyanek ve rêgiriyê li derketina van dengan û nêrînên ne nîştîmaniye bigrin. Daxwaz jî ji cemawerê serbilindê Kurdistanê dikim ku êdî derfet nedin ev cûre xelk û ev tevgerên dijî nîştîmanî li belav kirina hizrên şerê navxweyî û dû berekî berdewam bibin û em hemû şiyanên xwe ji bo parastina Kurdistanê û yekrêziya gelê xwe yek bixîn.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.04.2015