– Duran Kalkan di sala 1954 de li Tufan Beyli, ya ser bi Adana ve ji dayîk bû ye
– Di nava PKK de bi navê Heval Abbas û Selahedîn Erdem tê naskirin
– Eslê wî Azerî ye, li Adana mezin bû ye
– Li dibistana Duziçi li Adana beşê mamostatiyê temam kir, piştre li Enqerê kolêja Fen û edebiyatê xwend, di sala 1978 de derçû.
– Ew di 27.11.1978 de di kongreya damezirandina PKK de amade bû û weke yek ji avakarên PKK tê naskirin.
– Di sala 1987 de ji bo Ewropa weke berpirsiyar hate şandin.
– Di sala 1988 de li Almanya hate girtin û li dadgeha Dusseldorfê hate mehkemekirin.
– Li dadgeha Dusseldorfê weke serkirdeyekî PKK bi navê Selahedîn Erdem bi 5 salan hate mehkûmkirin (5 salan di zindanê de ma)
– Piştî ku ji zindanê derket, ji bo Sûriyê hate şandin.
– Hinek alî idîa dikin ku xwediyê kesatetiyeke tarî ye di nava PKK de, nûnertiya baskê çep yê tundrew dike û her demê xwediyê helwesteke nerênî ye li hemberî başûrê Kurdistanê, bi taybetî PDK.
– Heta niha tu zanyarî di derbarê malbata wî de tune ne û zêde nayê zanîn
– Di nava PKK de her demê eslê xwe û binemala xwe vedişêre. Naxwaze kesek behsa malbata wî bike.
– Ji malbata wî keske tevlî PKK nebû ye.
– Di sala 1979 ji aliyê DDKD Ergenî – Amedê di piyê xwe de birîndar bû, lê hinek jî ew ji aliyê TKP (Partiya Komunîst ya Tirkiyê)
– Yek ji avakarên PKK ye, ji sala 1978 de di nava PKK de ye lê bi kurdî nizane.
– Teorî û planên PKK datîne, lê di pratîkê de bê tecrûbe ye.
– Zêde tevlî şer nebû ye, di nava PKK de weke bîrokrat û teorîsyenekî kar dike.
– Di dawiya 1982 û destpêka 1983 de de hate başûrê Kurdistanê. Rêveberiya başûrê Kurdistanê hemû di destê wî de bû. Wê demê li Lolan (li ser sînorê bakur û başûrê Kurdistanê) dima.
– Bi rihetî bingeha şerê birakujiyê datîne û plan dike.
– Bi terorî gelekî êrîş dike, lê şexsiyeta wî wiha ye, dema ku tengasî û êrîşan bibîne, gava xwe zû paşve davêje.
Jêder: AVESTA KURD