Serrûpel Nûçe Mîlyardêrekî Kurd mîlyarek dolar dide jina xwe ya berdayî

Mîlyardêrekî Kurd mîlyarek dolar dide jina xwe ya berdayî

Belav bike

Ew bi mast bû mîyardêr û niha bêhtirî 2 mîlyar dolarên wî hene.

Mastê wî li seranserê Emerîka navdar e.

Wî di sala 1999 de jina xwe Ayşe Giray berda bû û piştre di sala 2005 de şîrketa Chobani ava kiribû. Jina wî di sala 2012 de doz li dijî wî vekiribû.

Jina wî ku li New York doktora zarokan e, dibêje Chobani li ser bingeha şîrketa penêr Euphrates hatibû avakirin û ji ber vê daxwaza 500 hezar dolar kiribû. Piştre daxwaza ji %53 ji Chobanî kiribû.

Hamdi Ulukaya 2 mîlyon dolar weke alîkarî dabû Kobanî.