Serrûpel Nûçe Banka almanî hesabê “Alîkariya Rojava” girt

Banka almanî hesabê “Alîkariya Rojava” girt

Belav bike

Însyatîfa almanî “Solidarität mit Rojava” ev demeke ku arîkariyê ji bo piştgiriya berxwedana li Rojavayê Kurdistanê kom dike.

Li gor daxuyaniya însyatîfê, ji Cotmeha 2014ê heta niha bêtirî 106 hezar Euro arîkarî hatine ser hesabê wan li cem bankeya “Sparkasse Saarbruecken”.

Banka Sparkasse Saarbruecken van rojan xwediyên hesab agahdar kir ku ewê hesab bigire, ji ber ku ne diyare ka çi bi wan pereyan tê kirrîn û îhtimala ku çek jî bi wan pereyan bên kirin heye.

Însyatîf Jî dibêje ew helwesteke siyasî ye.

Însyatîfa arîkariyê herwiha diyar kiriye ku ewê bi rêyên qanûnî jî li dijî biryara girtina hesabê benkayê bimeşînin. Rûdaw