Serrûpel Nûçe Cemîl Bayik çû Qamişlo…

Cemîl Bayik çû Qamişlo…

Belav bike

Ev serdana Bayik, di heman demê de tê, ku cîgirê serokê Partiya El Baas ya Sûriyê Hilal Hilal ji Şamê hate Qamişlo û ligel fermandarên hêzên ewlekariyê, hêzên emnî, serkirdeyên partiya El Baas, fermandarê giştî yê Polîsên parêzgeha Hesekê hevdîtin pêk aniye.

Hilal Hilal bi balafireke taybet ji Şamê çû Qamişlo.

Cemîl Bayîk, di serdana xwe ya Qamişlo de, bi cîgirê serokê Partiya El Baas Hilal Hilal re civiya ye.

Ev serdan di demeke wiha de tê, ku berî çend rojan fermandarê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê gotibû ewê hêzên xwe derbasî rojavayê Kurdistanê bikin û şerê rêjîma Esed bikin.