Cîgirê serokê Dezgehê Musa Ehmed ji Rûdawê re got ku pêwîstiya xelkê Kobanî niha herî zêde bi ard heye, ew jî daxwaza wan bi cih tînin û 70 ton ard digihînin xelkê Kobanî.
Musa Ehmed her wiha diyar kir ku ewê bi berdewamî alîkariya ji bo xelkê Kobanî pêşkêş bikin û ji xeynî ard ewê pêdiviyên din yên rojane jî bigihînin xelkê.
Li aliyê din cîgirê serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî got, ji bo ji nûveavakirina Kobanî dezgeha wan dixwaze bibe pirek di navbera rêxistinên navdewletî û Kbanî de, bi vê mebestê jî, ew niha 2 rêxistinên Emerîkî bi xwe re dibin Kobanî ji bo ku rewşa bajêr û xelkê ji nêzîk ve bişopîne û li gor wê bizabine ka ewê çawa bikaribin ji bo Kobanî bibin alîkar.