Serrûpel Nûçe PDK diçe Qendîlê?

PDK diçe Qendîlê?

Belav bike

 

Omed Xoşnav ji Rûdawê diyar kir ew weke PDKê naçin Çiyayê Qendilê û nûçeyên derbarê vê yekê de jî derewin.

 

Xoşnav wiha vot: “Lê dibe ku ligel partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê serdana Qendilê bikin.”

 

Civîna ligel Mesûd Barzanî

 

Endamê Konseya Serokatiya Partiya Kedkaran Belen Ebdullah ji Rûdawê re diyar kiribû ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 20 Nîsanê li Pîrmamê li gel serkirdeyên partiyên siyasî kom bû û serkirdeyan pêşniyariya hevdîneke bo ligel rêvebirên PKK da.

 

Belen Ebdullah dabû zanîn, ew pêşniyar ji bo pirsgirêkên rû dayin were çareserkirin û rêz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sîstema wê bê girtin, derket holê.

 

Ebdullah anibû zimên hevdîtinê di demek nêzîk de were pêkanîn lê hêj cih û dema wê ne hatiye diyarkirin.

 

Hatibû gotin Mesûd Barzanî jî ew pêşniyar erênî nirxand

 

PDK: Em dixwazin pêwendiyên me bi PKKê re baş bin

Endamê Serkirdatiya PDKê û Berpirsê Pêwendiyên Kurdistanî Ehmed Kanî ji Rûdawê re raihandibû, ew dixwazin pêwendiyên wan ligel PKKê û tevahiya partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê normal û baş bin.

 

Ehmed Kanî wiha gotibû: “Endamê Serkirdatiya PDKê û Berpirsê Pêwendiyên Kurdistanî Ehmed Kanî ji Rûdawê re wiha gotibû: “Siyaseta PDKê ew e, ku pêwendiyên me ligel hemû partiyan baş be, tev PKKê jî. Lê li ser parastina berjewendiya niştimanî û neteweyî li hemû perçeyên Kurdistanê, lê em li dijî destêwerdanê ne di karûbarê hev de.”

 

Gotinên Duran Kalkan

 

Endamê Konseya Rêveberiya PKKê Duran Kalkan di hevpeyvîneke  ligel Med Nûçe gotibû:

 

“Îdareya Başûrê Kurdistanê zilmê li êzidiyan dike. Ji PKK re dibêje dev ji demokrasiyê berdin. Em qebûl nakin kesek li Êzidiyan zilmê bike. Êzîdî ji komkujiyekê rizgar bûn, demokrasiya PKK ew rizgar kirin. Hemû dinya vê yekê qebûl dike, ji kerêm xwe re bila Hewlêr jî qebûl bike.

 

Li Başûrê Kurdistanê çend zaravayên kurdî hene û çend komên xelkên cuda hene. Kurd jî ne yek in: Behdinî û soran hene. Soranî jî û behdinî jî zaravayên kurdî ne. Herwiha dê çawa di zimanekê neteweyî de bibin yek?”

 

Gotinên Duran Kalkan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatibû şermezarkirin. Rûdaw