Serrûpel Nûçe Beşikçî: Divê HDP ji bo Kurdan zêdetir bixwaze

Beşikçî: Divê HDP ji bo Kurdan zêdetir bixwaze

Belav bike


Îsmaîl Beşikçî bo Rûdawê karnameya hilbijartinên 7ê Hezîranê ya HDPê nirxand. Beşikçî piştî siyasetmedar û nivîskarên kurd, karnameya HDP ji ber ku tê de behsa “kurd û Kurdistanê” nekiriye rexne kir.

Beşikçî diyar kir HDP di karnameya xwe de behsa kedê, pirsgirêka jinan û ekolojiyê dike û wiha domand:

“Lê derbarê pirsgirêka kurd û Kurdistanê de mijarên ku Tirkiye pesend nekirî û li hember derdikeve, tişteke nabêje. Bi eslê xwe Tirkiye li dijî federasyon û serxwebûna Kurdistanê ye. Siyaseta HDPê ya “Tirkiyebûnê” ew bir ser wê xetê. Çepgirên tirk jî bi termînolijiyek şoreşgerî van ramenên xwe tînin ziman.”

Beşikçî amaje kir ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê li dijî serxwebûna Kurdistanê ne û wiha pê de çû:

“Lê Tirkiye, dewletên ereban, tevahiya dewletên misilman û dewletên rojava yên demokratîk piştgiriya serxwebûna Filîstinê dikin. Heger mijar Filistîn be, HDP nabêje bila dewlata Îsraîlê demokrat bibe û cihû û ereb bila bi hevre bijîn. Yekser serxwebûna Filîstinê diparêze. Helbet a rast ev e.”

Civaknas Îsmaîl Beşikçî wiha got: “Ya rast ew e ku HDP tişta bo Filîstinê dixwze divê bo kurdan zedetir bixwaze. Divê li ser mijara parvekirin û parçebûna kurd û Kurdistanê raweste.”